Tirkî  |  Erebî

Ropörtaj

civana soresCîwana Şoreş : Beriya her gotinê, ez rêhevalên me ê ku ji bo me van rojên pîroz avakirine bibîrtînim. Pêngava 15’dey Tebax’ê ji bo gelê Kurd û tevahî mirovahyê rojekê dîrokiye.

Ev pêngav, gelê Kurd li xwe da hesandin. Ev jî pir giringe. Ji ber ku, gelê Kurd li hember tune bûyînek pir kur de bû. Ev pêngav, ji bo neyar jî pêyamên pir xurt dan. Da diyar kirin ku, tevgera Kurd hem di aliyê birdozî de hem jî di aliyê leşkerî de xurt bûnek pir mezin daye çêkirin. Ev pêngav, dinava gelê Kurd de jî baweriyek pir mezin pêş xist. Di Kurdistanê de guhertinên pir kur da avakirin.

 

Bêguman, ev pêngav di kesayeta rêheval Egîd te pêşket. Rêheval Egîd fermandarek pir mezin bû. Ji ber ku, rêheval Egîd di kesayeta xwe de zana bûyînek pir xurt da bû çêkirin. Zanistiya wê de bû ku, tevgera di tê de jiyan dike û tekoşîn pêş dixe ji bo heqîqetê ye, jiyana rast û azadiyê ye. Birdoziya Rêber APO, di her alîde di xwe de daye dahuran din. Di encamê vê de pêngavek ewgasî mezin û dîrokî de pêşengtî kir. Wek şopdarên rêheval Egîd, erkên pir mezin dikevin li ser milên me. Kesayeta rêheval Egîd û rêhevalên pakrawan ji bo xwe esas girtin û wan rast dayîna jiyan kirin ji bo me erkê herê serekeye. Em soza ji bo serxistina tekoşîna xwe ya heqîqetê didin.

viyan kocerViyan Koçer : Ez rêhevalên me yên pakrawan, bibîrtînim û minetiya xwe li hemberwan didim diyar kirin. Guleya yekemin di despêkê de, ji bo hişmendiyên ku tune bûyînê û îmha kirinê li ser gelê Kurd ferz dikirin bû. Her wiha di nûde ruh da dil û mejiyê gelê Kurd. Ev guleya yêkem, ji gelê Kurd re got; “hûn hene.” Ev pêngav ji bo vê yêkê, wate dayîna avakirin bû. Ji ber ku beriya vê pengavê wate, nirx û hebûn nîn bû. Pêngava 15’dey Tebax’ê nirxên arîşen(maneviyat) xurt kir û ruh de da çandin. Ev pêngav, di gelê Kurd de hêvî pêşxist. Di gelê Kurd de, hişyar bûyîna hebûna xwe da avakirin. Mirov ruhê pêngava 15’dey Tebax’ê de jî di bîne ku, kesayeta fermandarê mezin rêheval Egîd kesayeta serkeftînê ye. Di de diyar kirin ku, dema mirov armanç û hedefê xwe re girêdayî be tu tiştek pêşiya mirovan na be asteng. Em ji bo ve yekê, vê roja pîroz de carekê din soza xwe ya ji bo xurtkirina tekoşînê di din û di bêjin emê her tim li bey doza xwe bin.

nuda wanNûda Wan : Ez di vê roja pîroz de rêhevalên pakrawan ê ji bo têkoşîna demokratîk şêhîd ketine bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Dîsa vê roja pîroz di serîde Rêber APO û gelê Kurd û tevahî hevalan pîroz dikim. Pêngava 15’dey Tebax’ê di şerê me yê çekdarî de gavekê nû û pir girink bû. Ev gav pêşeroja şerê me yê çekdarî da diyar kirin. Ji bo tevahî cîhanê bersivdayînek bû. Bersiva, mezin bûyîna artêşa gelê Kurd bû. Pêngava 15’dey Tebax’ê ruxandina hişmendiya desthilatdariyê bû. Ji bo gelê Kurd jî, xwe ji bê bawer bûyînê û çarenûsê xilas kirin bû. Di gelê Kurd de hişyar bûyîna dîrokî da avakirin. Pêngava 15 dey Tebaxê hêsta ji rewşa ku me tê de jiyan dikir ji wê rewşê şerm bûyînê da avakirin.

Bêguman, mirov tucarî 15 dey Tebax’ê bê rêheval Egîd nikare binirxîne. Ked û nirxên rêheval Egîd dayî avakirin bê hempaye. Rêheval Egîd, pêşerojên ronahî dan avakirin. Em li hember van rêhevalên xwe pir deyndarin. Em soz didin ku emê xeta Rêberê xwe de heya dawîya jiyana xwe tekoşîn bikin û emê ji bo çareseriya demokratîk tekoşîna xwe xurtir bikin.

sozda munzurSozda Munzur : Pêngava ku di pêşengtiya rêheval Egîd de pêşketiye rêhevalên ku di vê pêngavê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîrtînim. Ev pêngav, ji bo gelê Kurd bû nasname. Ev pêngav, bi xwere serkeftinên şerê me yê çekdarî aniye. Pêngava 15 dey Tebax’ê di neyar de, xofek pir mezin daye çêkirin. Ev pêngav hêla ku, gelê Kurd li pişt xwe meyze bike. Ango, pêşeroj û paşaroja xwe bibîne û xwe nas bike. Peyamên pir mezin, ji neyar re hat dayîn. Ji neyar re got; “gelê hûn di bêjin nîne û hûn tune dikin buye xwe diye arteşekê mezin.” Ger ku roja me ya îro ewqasî pêşketin çê buye di siya van pêngavên hatine avetine.

Rêheval Egîd, baweriyek pir mezin dinava gel de pêşxist. Hêla ku gelê Kurd xwe ji bin sîha hişmendiya desthilat dariyê derxe. Em jî weke rêhevalên pakrawanên şoreşê, soz didin ku emê xwe bi ruhê 15 dey Tebax’ê ji nûde avabikin. Emê, vê pêvajoya ku Rêberê me dayî despêkirin de, heya dawî canê xwe tekoşîn bikin û ruhê tekoşînê tevbigerin.

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî