Tirkî  |  Erebî

Rozerîn Mêrdîn

14tirmehBeriya her tiştî, ez rêhevalên ku hebûna me dayîne avakirin ji bo vê canê xwe dane û ji bo gelê Kurd bûne ronahî bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Wateyê 14 dey Tîrmehê ji bo me pir giringe û mezine. Ji bo tevgerame û ji bo gelê me nirxên pir mezin derxistin holê. Ji bo ku em nirxên van û berxwedaniya van rêhevalên xwe xwedî derbikevin heya dawiya canê xwe, çi dikeve li ser milên me emê pêk bînin. Çalakiya van hevalan bersiv dayînek pir xurt da hişmendiya desthilatdariyê û dewleta faşîst. Di nava me de rihê fedayîtî pêşxistin. Bêguman, ev çalakî berdewam kirina rihê rêheval Mazlûm Doxan’e û rêhevalên ku xwe şewitan dine bû. Ev çalakî, li hember îxanetên ku dinava zindanê de pêşketî bûn ji bûn bersivek. Rêhevalên me, zindana Amedê kirin ronahî ev ronahî dilê hemû gel jî ronahî kir. Ev çalakî dil û mejiyê gel de şiyar bûyîn da çêkirin. Ev berxwedanî pêşeroja netewek da diyar kirin. Ji bo vê giyana xwe dan helan din. Ev rêhevalên me, ji bo derketina heqîqeta netewek û rastiya tevgera PKK’ê canê xwe fedakirin. Rêhevalên me Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Mehmet Hayrî Durmuş birdozî, felsefe û hevaltiya PKK’ê çiqasî xurtê derxistin holê. Roja me îro jî,hemû berxwedanî û tekoşîna me li ser esasê nirx û armanca van rêhevalên xwe xwedî derketine. Çalakiya rêhevalên me ji bo me bûn xeta şoreşgerî û lêgerînên heqîqetê. Hêvî û baweriya wan ewqasî xurt bûn ku li hember ewqasî işkence û rêbazan îradeyên xwe yê bê hempa didin diyar kirin. Em jî weke milîtanên tevgera PKK’ê, xwe di xeta van rêhevalên xwede kurbuyînê esas digrin. Emê, xwe di kesayet û çalakiya van rêhevalên xwe de ava bikin. Em cardin vê roja pîroz de rêhevalên xwe re soz didin ku emê her daîmî ji bo xwe we esas bigrin û tev bigerin.

 

Xwînda Marînos

Ez rêhevalên me yê leheng bibîrtinim û minetariya xwe li hember wan didim raber kirin. Ev rêhevalên me li hember neyarê faşîst serî rakirinek dan çêkirin û gotin jî em tucarî xwe radestê heşmendiyên we nakin. İradeyek bêhempa dan diyar kirin. Ji bo me xeta rêhevaltîyê dan raber kirin. Yêkîtiya rihê rêhevaltiyê aşkere kirin û gotin tucarî hûn nikarin yêkitiya me xirav bikin. Encamên ku neyar dixwastin kesayeta van rêhevalên me de bigrin jî ne gihiştin armanca xwe. Wê neyar tucarî negihije armanca xwe. Ji bo hişmendiya desthilatdariyê çalakiya jiyana rast avakirin û jiyan kirin. Serkeftina van rêhevalên me serkeftina birdozî û pergala Rêbertiyê bû. Ev hevalên me bi çalakiya xwere girêdan bûna xwe ya Rêbertiyê dan diyar kirin. Hêvî û bawariya ku li hember Serokatî jiyan dikirin ku xwe gihandin çalakiyek wisa. Li hember ewqasî zordariyê tucarî bê bawarî jiyan nekirin. Ji ber ku Serokatîre heya dawiyê girêdayî bûn. Ev ji bo me pir giringe, em jî her timi ji bo xwe van hestane û girêdan bûne esas digrin. Zanistiya van rêhevalên me hêlişt ku gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd were naskirin. Heskirina rêhevalên me ê li hember jiyanekê azad wan gihand çalakiyek bi vê awayî. Ya herê giring jî, tu carî li hember hovitiya neyar bê çaraserî neman. Berxwedaniya van rêhevalên me di mede li hember kesayet û sekna xwe lêpirsînek dide çêkirin. Heya dawiyê eme doza xwere girê dayî bi mînin.

Mazlum amed

Ez soz didim rihê 14 dey Tîrmehê, heya tekoşîna me ya azadiyê bigihijê serkeftinê emê xwedî nirxên rêhevalên xwe derbikevin û bibin şopdarê xeta van rêhevalên xwe. Emê mirasê tekoşîna wan xwedî derbikevin. Bêguman di dîroka tevgera me de cih û wateya 14 dey Tîrmehê pir cudaye. Bi taybet jî em li darbey 12 dey îlonê meyze bikin emê bikaribin pir rastiya rast şîrove bikin. Armanca vê darbeya faşîsît jî, tunekirina fikrê azad û şoreşgerên heqîqetê bû. Ji bo vê yekê, çi ji destê wan dihat li hember fikrên demokrat pêşdixistin. Xwastin di zîndanan de fikrê azad bi dewisînin. Yêk ji van zîndanan jî ya Amedê bû. Di zindana Amedê de xwastin tevgera azadiya gelê Kurd zuha bikin. Lê, di zindana Amedê de bi duruşmeya ku “ radest bûyîn diçe îxanetê, berxwedanî diçe serkeftinê.”çalakiyek dan despêkirin. Pêşengtiya vê diserî de rêheval Mazlûm Doxan da despêkirin, rêhevalên çara jî vê berxwedaniyê berdewam kirin. Ser vê esasê jî rêheval Kemal Pîr, Alî Çîçek, M.Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz çalakiyek bi vê awayî despêkirin. Ev çalakî li hember neyar û îxanetên ku tên çêkirin bû. Ji bo jiyanekê azad û rûmet çalakiyek bi vê awayî dane despêkirin. Berxwedaniya van rêhevalên me di tevgera azadiyê de weke kevneşopiyek tê meşandin. Di çalakiya van rêhevalên me de rastî û mezin bûna PKK’ê derket holê. kesayeta rêheval Kemal Pîr kesayetekê tekoşervan û çalak van bû. Heya dawiyê jî biratî û wekheviya gelê Kurd û Tirk dixwast. Berxwedaniya zindana Amedê, mejiyê neyar belav kir. Her wiha di zîndanê de neyar binket. Ev çalakî hebûna gelê Kurd derxist holê. Ev pir giringe, em weke şopdarên van rêhevalên xwe cardin soz didin ku, emê vê rihê hertimî bidin jiyan kirin.

Rojhat Nerbîh

Di serîde rêhevalên ku 14 dey Tîrmehê de şehîd ketine û bi giştî rêhevalên me yê ku di tekoşîna azadiyê de şehîd ketine bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Di tekoşîna tevgera me de gelek qehramanî û lehengtî pêşketine û bi xwe re guhertinên pir mezin jî dane çêkirin. Van rêhevalên me dan nişandan ku mirov bi hedef û armanca xwe ve heya dawiyê girêdayî be tu bend nikare pêşiya mirovan bigre. Hinderketin hene ku, mohra xwe dîrokê didin. Yêk ji van berxwedaniyan jî berxwedaniya li zindana Amedê pêşketiye. Derketina tevgera PKK’ê di hişmendiya desthilatdariyê de tirsek pir mezin daye avakirin. Ji bo vê yekê, darbeyek dan despêkirin û rêhevalên me ê ku damezrandina tevgerê de cihê xwe di girtin hatin girtin. Rêbazên di zindana Amedê de dihat meşandin jî şikandina vîn, hêvî û baweriya mirovan bû. Ya di jî radest bûyîn bû. Ji bo vê jî, her curên işkence û hovîtiyên ji dervey mirovatiyê pêşdixistin. Li hember vane hindek kes xwe radest kiri bûn. Lê hendek rêheval jî bi taybet milîtanên PKK’ê tucarî xwe radestê wan nekirin. Heval Kemal Pîr, Alî Çîçek, M.Xayrî Durmuş û Akîf Yilmaz. Ev xeta ku heval dane despêkirin jî xeta rihê azadiyê bû. Pêyamê ku rêhevalên me dan neyar jî wê tucarî gelê Kurd û mirovên azad xwe radestê we neke û hûnê ne gihijin hedefa xwe. Biryar bûyîna van hevalana di neyar de tirsek pir mezin da avakirin. Bi giştî cîhanê re berxwedaniya PKK’ê dan diyar kirin. Mafdar bûyîna tekoşîn û doza Rêber APO derxistin holê. Di heman demê de, ji bo gelê Kurd jî hişyar bûyîna hebûna xwe û nasname ya xwe bû. Em mirovên pir bextiyarin ku xwediyê van rêhevalanene. Emê heya dawiyê bibin şopdarên van rêhevalên xwe. Emê armanca wan bigihînîn serkeftinê. Çawa ku, ev rêhevalên me bi hêvî û berxwedaniya xwere, rejîma darbeyê û hişmendiya desthilatdariyê tar û mar kirin. Emê jî heya dawiyê, xwe di rihê van rêhevalên xwe de kur bikin.    

Kategori: Nivêsên Rojêvî