Tirkî  |  Erebî

Zeynep SOZDA

Di derbarê tekoşîna me ya azadiyê ku em di pêvajoyeke dîrokî de jiyan dikin, bi wesîleya salvegera berxwedaniya 14’ê Tîrmehê hemû şehîdên berxwedaniya demokratîk û azadiyê bi rêz bi bîrtînim.

Em di wê baweriyê dene di kesayetê rêhevalê Kemal Pîr de jiyana azad û biratî ya hevbeşbûyîna gelan derxistî holê, xwedî li meriyeta wî derbikevin.

 

Li ser xakên rojhilata navîn tekoşîna ku di hundirê jiyaneke bi aştî de jiyan bikin û xwe dispêre jiyana hevbeş û ya azadiyê, bi salan di hundirê tekoşînekê de hatiye meşandin û bedelên vê jî bi fedekartiyên mezin hatine dayîn. Yên di hundirê berxwedaniyê de, yên ji mafê jiyana azad re îmanê tînine. Baweriya li ser vê erdnîgariyê derketî, ti carî ji vê îmanê gav şunde ne avêtiye. Ti carî tenezûlê ji jiyana sivik a bi destê dewlet û îqtîdarê hatiye afirandin nekirine. Şervanên heqîqet û yên azadiyê, heqîqeta ku qedexe bû bê ziman, bi dengekê herî bilind anîn ziman. Li beramberê vê, her cûre êşkênceyê dan berçav. Lê bes, gotina rêhevalê Kemal Pîr ya ‘‘em ji jiyanê bi qasî di oxira wê de bimrin hesdikin’’ felsefa jiyanê a pir kûr dihewand û li ser axên ku ev felsefa jiyanê derketî holê bejn daye û her demî herikbar bûye. Ev berxwedanî û felsefeya jiyana azad a vegûheriye kevneşopiyek, bi tekoşîna berxwedaniya gelê Kurd re vegûheriye bîrdoziyek. Yê vê jî xuliqandî di girtîgehan de, li çiyan, di her cihekê ku divê xwedî li azadî û rûmetê derbikevin, yên mîsyonê xwe yê dîrokî dileyîzine. Dîrok herikînek herdemiye.  Di hundirê vê herikînê de hinek demên dîrokî hene ku alî didin dîrokê. Herikînê diyar dike û ev dibe çalakiya vîna mirov derbixe holê. Di tekoşîna me de hinek rastî hene, ji xwe serkeftinê bi dest xistine. Di van çalakiyan de jî, mûmkîne ku mirov serkeftina azadî û pêşerojeke hatî qezenç kirin bibîne.

Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, cewherê xwe ji hêza nirxên komînal yên demokratîk digre. Birdoziyên li derdor heqîqetê ava bûne, ji çalakiyên mezin re dibe çavkanî. Ev berxwedanî yên berpirsyartiyên civakî û heqîqeta civakî radikin, berxwedaniya yên ji bo vê jiyana xwe datînin holê ye ku, gav bi gav nirxên wê hîn bêhtir mezintir dibe.

Di kesayetê rêheval Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek yên bedena xwe helandin û azadiyê qezenç kirin, kevneşopiyeke berxwedaniyê xuliqandin. Ewana bedenên xwe bi vî rengî vegerandin nirxek civakî û di wijdanê gelan de cihekê ebedî girtin. Li himberî rejîma faşîst a darbeya 12’ê Îlonê ku polîtikaya înkar û tine kirinê gihandibû lûtkeyê, hemû tiştên di destê xwe de danîn holê.

Darbeya 12’ê Îlonê di dîroka Tirkiyê de, ne darbeya yekem û ne jî ya dawiyê ye. Armanca bingehîn ya van darbeyên di navbera deh salan de hatine pêkanîn, vîna civakê şkandin û radest girtin bû. Lê, taybetmendiya bingehên ya darbeya 12’ê Îlonê, êrîşa faşîstan a li himberî nirxên demokratîk û yên azadîxwaz in. Li hêlekê êrîşên faşîst, li aliyê din jî di derbarê hêzên azadî û demokrasî yên çalakiya berxwedêriyê dizanin derketiye holê û radestbûyîna faşîstan ya li himberî vê berxwedaniyê ye. Li himberî rejîma 12’ê Îlonê berxwedaniya di girtîgehan de derketiye holê, rastiya PKK derxist holê. Hêz û xeta berxwedaniya li girtîgehan, qedera tevgerê diyar kir. Yê vê xetê zelal kirin, di avabûna PKK de qadroyên pêşeng yên cihê xwe girtine. Ya rastîn, dewleta Tirk dixwest bi jiyan kirinê re qadroyên pêşeng radest bigirin û bi vî şêweyî li himberî tekoşîna berxwedaniyê, xeta radestiyê serwer bike. Bi vî rengî wê di civakê de bê tekoşîn bûyîn belav bikira û bi rewa kirina radestiyê re wê serdestiya xwe bida rûniştkandin. Qadroyên pêşeng jî, ji ber di zanistiya kûr a heqîqeta civakî dene, bi berpirsyartiya xwe a şoreşa civakî pêkbînin tevdigeriyan. Tekoşîn û qadroyên PKK, her demî di bingehê yek kirina çalakî û gotinê de tevdigerin û jiyan dikin. Berxwedaniyên bi vî rengî, di jiyana civakê de, ewlebûn û baweriya bi azadî û demokrasiyê xuliqandin. Ger îro hîn jî çanda berxwedaniyê berdewam dike, di hişê me de têgehên rûmet, azadî heye û bi berxwedaniyê em ji hêza jiyanê bawer dikin, li himberî zilma faşîstan stû netewandin û mirina ku ew ferz dikin ne ti tişt dîtin, em deyndarê yên bedena xwe dayîna şewitandin re bûne meşaleyên azadiyê ne.

Xeta tekoşîn û berxwedaniyê îro bi berhev kirin û nirxên hatine qezenç kirin re, ketiye salvegera xwe ya 31. Bi vê re yek, zihniyeta darbekar a dewleta Tirkiyê bi dest dayîna guhertin re hîn jî bi awayek berfireh dimeşe. Li himberî berxwedaniya 14’ê Tîrmehê dewleta binekftî, bi polîtîkayên xwe yên înkar û tine kirinê li pey hêzên demokratîk tine bikine. Ji derveyî tundî û şerê taybet, ti rêbazê nas nake. Bi ruxmê şansê wê yê siyaseta demokratîk û çareseriya siyasî heye jî, vê weke qebul kirina binkeftinê dibîne. Ew, ji wê bawer dike ku çi qasî xwîn were rijandin, wê ew qasa jî jiyan bike.

RÊBER APO di Newroza 2013’an de danezan kir ku li bakurê Kurdistanê tekoşîna çekdarî ketiye qonaxek nû û bi pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk wê tekoşîn bigihe serkeftinê. Bêdengiya çekan û axaftina fikran pêş dît. Di bingehê muzakereyên bi hukumeta Tirk re tên meşandin, li beramberê bi cih anîna sozên hatine dayîn, sekinandina operasyonan, bi dawî anîna pergala cerdevaniyê, PKK bi sekinandina çalakiyan, vekişîna hêzên gerîla biryarên yekemîn yên hatibûn girtin bû. Bi vê pêvajoyê re ji bo amedekariya makezagoneke demokratîk, destpê kirina nîqaşan hate xwestin.

PKK di dîroka xwe ya tekoşînê de, di bingehê azadiya gelan de ji sozên dane re her demî xwedî derketiye û bi cih aniye. Di rastiya PKK de ev cewherê tê jiyan kirin, di cîhan û rojhilata navîn de ji RÊBER APO re bawerî û hûrmeteke mezin daye. Lê, aliyê dijber serokwezîrê dewleta Tirkiyê û endamên hukumetê bi ruxmê xeta Îslamê û sozên ku li ser vê  xetê ferz dikin negirtiye, bi daxuyanî û nêzîkatiyên xwe bûye sedema ku nîqaş li ser baweriya bi dîn û exlaqê  çêbibe. Ji ber pratîkên diviya bû ji aliyê hukumeta Tirkiyê de bihata avêtin, gavên pêwîst dikir bi hata avêtin, nehate pêkanîn. Tevgera me ya azadiyê di bingehê çareserî û ji bo serkeftina pêvajoyê, hemû sozên li pêşiya raya giştî bi şeklê ku rave kiriye xistiye meriyetê. Lê belê, helwesta aliyê dijber yê li rex bê çareserîtiyê ye divê were nirxandin.

PKK di sala 2012’an de bi çalakiyên xûrt û encam girtî hukumeta Tirkiyê xistiye nava tengasiyan. Gelê Tirkiyê jî, ji vê rewşa ku derketî nerihetiyên xwe dane nîşandan û gumanên xwe diyar kirine. Ev rewş neçar hêlaye ku hukumeta Tirk bi RÊBER APO re pêvajoya diyalogê destpê bike. Di encama van diyalogan de, bi peyama di Newrozê de hatiye dayîn pêvajoyeke nû destpê kiriye. Ev qonaxa Rêbertî daye destpê kirin, hêviyên gel yên ji bo azadî û demokrasiyê bi hêz kiriye. Ji daxuyaniyên di aliyê dijber de hatin dayîn jî ku ev hêvî wê vegere aştiyeke mayîn de, baweriya civakê xuliqandiye. Lê belê, bi pêşketinên hinek gavên pratîk re, bi vî şêweyî temam nebûye. Çêkirina qereqolên nû yên li ser sînor û di Kurdistanê de, bihêz kirina pergala cerdevaniyê, bêyî navber li qadên parastina medya gerîna balafirên keşif û şer, asteng kirina hevdîtinên heyetê yên bi Rêbertiyê re, di dadgehan de cezayên giran dayîna girtiyên KCK yên li Tirkiyê û her weke din, pêkhatinên bi vî rengî hîn weke berê berdewam dikin. Van hemû pêkanînan daye nîşandan ku hukumeta Tirkiyê bi awayekê cidî nêzî berpirsyartiya xwe ya pêvajoyê nabe, ji bo pêkhatina çareseriyê jî daniye holê ku hêz, cesaret û zihniyeta wan tine ye.

AKP di bingehê berjewendiyên sivik de li peye ku pêvajoyê bikarbîne. Di demên dawiyê de pêvajoya ew qasî awarte jî, hewl dide ji derveyî rojevê bihêle. Bi rojevên cuda dixwaze siyaseta xwe diyar bike. Bi ruxmê di Tirkiyê de ji derveyî aştiyê ti rojevên xwe yên rişt jî tine ye, Erdoxan bi îfadeyên xwe yên weke dayîk divê çend zarokan bînin, mudexeyê jiyana civakê dike. Sedemê bingehîn yê vê mudexelê, di şerê ku dewlet bide meşandin de, bi zihniyetê şer yê berê 30 salan mirina zarokên Kurd û yên Tirk e. Bi qasî tê fêm kirin, ne ji malbatê re, ji dewletê re leşkerên nû hewce ye. Ger bi PKK re pêvajoya şer bê girtin, vê carê wê li himberî gelê xwe heman pêkanîna bide jiyandin. Bûyerên ji bo parka Gezî hatine jiyan kirin, vêya misoger dike. Li himberî gel di asta herî jor de her cûre tundî hate bikaranîn û bikaranîna wê de jî dewam dike. Ev jî weke xwezayî encama zihniyeta dij demokratîk e. Aliyê ecêb yê van bûyeran biruxmê malê gele, gel nikare di derbarê nirxên xwe de biryarê bi xwe bigre. Ji ber hukumetan her dem difikirin ku gel nikare bîrbibe û diyar dike ku nikare biryareke bi têkûz bide. Ji bo wê jî her demî weke parêzgerê gel xwe pozber dike. Van hemû bertekan, li himberê vê zihniyetê bûn. Bûyer, ne bûyera parkekê ye. Bi wê evan bertekan li himberî zihniyetê dewletê yê mudexele ji hemû jiyana civakê, hêjmara zarokan, xwarin û vexwarina wan dike re hatiye pêkanîn. Evan çalakiyan bi xwe, ji nêzikatiyên dij demokratîk re gotina bisekineye. Gel bi van çalakiyên xwe danezan kirine ku bi bîrin û dikarin di derbarê jiyana xwe de biryarên bi têkûz bigrin. Gel piştgiriya xwe a alîgirê pêvajoya pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk in derxistine holê. Polîtîkayên hukumeta AKP yên xwe dispêrin tundî û tepisînê, ji pêvajoyê re xizmetê nake. Berovajiyê wê van nêzîkatiyan rê li ber axaftina çekan û bi dawî bûna pêvajoyê vedike. Ji ber ku destûr nade ku fikir bi axivin. Derket holê ku hukumet ne amedeye ku li van fikran guhdar bike.

Di vê rewşê de hêz û tevgerên civaka demokratîk di daxwaziyên xwe yên azadiyê de israr kirin û bi her cûre fedekarî dayîna nîşandan re di vê tekoşînê bigihînin lûtkeyê. Ji ber ev zihniyet, bi ti awayî ji zihniyeta 12’ê Îlonê ne qûte. Rastiya berxwedaniya derketî holê jî, berdewamiya berxwedaniya 14’ê Tîrmehê ye, jiyan kirina vê çandê ya heya roja me ya îro ye. Taybetmendiyên hevbeş yên vê berxwedaniyê, pêkanîna jiyana azad e. Ji ber vê sedemê weke civak, birdoziya qadroyên pêşeng jiyanî kirin, anîna heya roja me ya îro, bi qasî pêkanîna jiyana azad û welatê azad, di berxwedaniyê de jî israr kirin, dibe deyneke me ya pêwîst dike di ber vê tekoşîna bi wate de were dayîn. Tekoşîna jiyana azad, dema bi vî şêweyî hate dest girtin, wê bi wate bibe û bigihe serkeftinê. Weke gerîla, xwedî li vê pêvajoyê derketin, xwe gihandina çalakiya Kemal Pîr’an a di ber oxira jiyana azad de pêkanîne û ji bo xeyal û daxwazên wan yên ji bo afirandina sosyalîzmê tekoşînê himêz kirin, ji bo her şoreşgerekê wezîfeyek rêxistinî û exlaqiye.

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî