Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

rojeviDi pêşveçoyîna civaka de, dîroka xwe naskirin û dîrok rast şîrovekirin pir giringe. Çawa ku mirov nikare bê nan û av jiyan bike, mirov tucarî nikare bê dîrok jî jiyan bike. Dîroka mirovan di be nasname û hebûna mirovan.

Ji bo civakek û ji bo ferd jî tişta herî şerm rûyê xwe li dîroka xwe zivrandine û ne meyzekirina dîroka xwe ye. Em gelek pir rûmetin ku, xwediyê dîrokek pir serîhildanin. Ruxmê ku, li ser gelê Kurd ewqas leystok hatine kirin û xwastine ji holê rakin jî, lê gelê Kurd tucarî xwe radestê pergalên deshilatdariyan nekirine. Bi taybet jî li ser jina Kurd pir leystokên kur hatine kirin. Ji ber ku jina Kurd civaka Kurd ê serîhildan pêş dixe. Her çiqasî li ser jin perçebûyînên pir kur hatibe çêkirin jî, lê her tim di hundirê jin de çiruskekê ku tucarî ne hatiye tefandin hebu û ew çirusk her timî ji bo serê xwe rake li demê geriya ye. Di jin de bê zana bûn jî be, her timî serî rakirinek hatiye çêkirin. Ji ber ku, jin tucarî rewşa ji bo jin hatiye dayîn hezim nekiriye. Bi 4’ê avrêlê re ew çiruska di hundirê jin de bûye agir û bi xwere hebun daye avakirin. Jin zana bûyîna xwe radest kirînê de ye. Xwe radest kirin tê wateya ku mirovahiya xwe, çanda xwe, exlaqa xwe, xaka xwe, civaka xwe, vîna xwe, nasnameya xwe û baweriyên xwe radestê hişmendiya baviksalarî bike. Ger ku mirov dîroka xwe jî nezane emê nikari bin tucarî tu tiştek bikin. Ji bo ku mirov bi karibe paşaroj, pêşeroj û roja xwe rast şîrove bike û encamên xurt jê derbixê pêwîstiya dîroka xwede kurbuyîn û rastiya derxistina holê heye. Hêjayê gotinêye ku, dema mirov dîrok binirxîne pêwîstî û giringî heye ku mirov dîroka jin jî binirxîne û rast şîrove bike. Dema rast şîrovekirina wê hat çêkirin wê ew dem heqîqeta hemu zîndiya jî derbikeve holê. Ji ber ku, rastiya mirovahiyê di rastiya jin de veşartiye.

 

Dema mirov di kesayeta dayîka Ûweyş de jî meyze dike, vê rastiya jin a serîhildêr pir aşkere di bîne. Dema mirov di kesayeta dayîka xwe de jî li vê meyze bike mirovê pir aşkere hin rastiya bibîne. Lê belê, pergala deshilatdariyê tucarî destur nedaye ku jin vê nakokiyên xwe de bi zanist bibin. Ya herî giring jî, jin li himber zilam û pergala hişmendiya zilam dayî avakirinde pênase kirina wê de û navdayîna wê de nakokiyên jiyan dikine. Ev nakokiyên jin di hundirê xwe de jiyan dike jî, ne hezim kirin û ne pêjirandina koletiyê ye. Dayîka Ûweyş di kesayeta xwe de vê pir daye diyar kirin. Pir dayîk û jin hene bi gêrînek jî be vê derdixin holê, hinek jin û dayîk jî hene ku di dilê xwe de di fetisînin. Niha dayîka Ûweyş diyariyek pir pîroz dayî ye mirovahî yê. Mirov dikare bê je dayîka Ûweyş bû pêşenga hemu jinan û dayîkan. Li ser vê esasê ez dayika Ûweyş bi heskirin û rêzdarî bibîrtînim.

Bêguman, nakokiyên ku zarok di hundirê malbat de jiyan dike mirovan li ber lêgerînek ve dibe, lê ya giring van nakokiyên xwe mirov ne cemidîne. Belê, di 4’ê Avrêlê de heqîqeta mirovahiyê ji nû ve şîn bû. Çawa ku bahar di be mizgîniya hebun û jiyana nû, ev roj jî di be mizgîniya mirovahiyê. Ev mizgînî di be ronahî û dikeve nava dilên ji bo azadiyê lê dide. Bayê avrêlê, barana wê û axa wê nebata, zîndiya her wiha mirovan de jî zindî bûyîn dide çêkirin. Barana meha avrêlê, ji bo mirovahiyê di be bereket, bi xwe re ji bo jiyana mirovahiyê berhemên pir pîroz tîne, ango zad, genim şîn dike. Genim jî ji bo mirovahiyê berhemek pir bi nirxe. Rêl ango daristan, çandinî. Daristan û çandinî jî ji bo mirovahiyê pir giringe. Çawa ku, daristan ji bo mirovahiyê, xwezayê ji bo ku dem dirêjî jiyan bikin û ji bo mirovahî jiyanêkî bi tenduristî jiyan bikin pir feydayê xwe heye. Çandinî jî ji bo mirovahiyê di be çand, têkiliya mirovahî yê bi xwezayê re, ev jî di hêle ku mirovahî xwe ji gerdun û xwezaye cuda ne bîne. Belê, ev meh hemu bereket bûyîna xwe, xweşik bûyîna xwe ji bo mirovahîyê kom dike û ji bo gelê Kurd, jin û mirovahîyê diyariyek pir pîroz pêşkêş dike.

Di meha avrêlê de ango 4’ê avrêlê de mizgînî belav dibe. Bi mizgîniya ji nûde di van xakên pîroz de wê cardin her tişt derbikeve li ser ruyê erdê. Wê cardin mirovahî li ser kokên xwe şîn bibe. Qêrînên dayika Ûweyş di be qêrînên azadiyê û dikeve nava dil û rihê jinan de. Hêvî ji nûde di nava rih û baweriyê mirovatî de şîn dibe. 4’ê avrêlê di be heviyên mirovên di xaka Mezopotamya de jiyan dikin. Ew xaka ku, bû bû derguşa mirovatî yê, dîsa ji nûde derguşa xwe ya pîroz de mirovê pîroz mezinkir. Êrê, 4’ê avrêlê bu roj ji bo beden û rihên hatine qeşa girtin. Ya herî giring jî, bu hêviya pêşeroj û hebuna jin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî