Tirkî  |  Erebî

 Ji Pênûsa Gerîla

ziman xwqTiştê ku mirov ji zindiyê dîtir cûda dike, taybetmendiya zanebûn û bûna xwedî zimane. Mirov bi ziman, bi axaftin xwe îfade dike. Di gerdûnê de her zindiyek xwedî şêwazekî zimane. Derya bi xum xum û bi pêlên xwe diaxive. Dar an jî daristan, giya bi bêhn û xweşikbûna xwe, ajal jî bi dengên hîn cûdatir xwe îfade dike; lê zimanê xwezayê wekî zimanê mirov nîne, hinek cûdatire. Mirov dikare bi zimanê xwe binivîse jî. Lê di xwezayê de ti zindî negihiştiye asta mirovekî bi vî rengî bikaribe xwe pênase bike û civakbûna xwe ava bike.

 

Despêkê mirov jî nediaxivî. Bi rêkên cûdatir hevdû didan fêmkirin. Li ser dîwar bi çêkirina wêneyekî, bi hereketên dest û rû, bi dumanekî û hwd… Ev jî dide nîşandan ku cewhera wê demê zengîn bû, watedar bû ev rastiyeke; lê ji ber ku ziman negihiştiye astek berhemê xwe ji roja îro re dihêle.

Her netewek, çandek bi zimanê xwe xwe dide naskirin, rengîniya xwe dide diyarkirin. Tu ji milek cîhanê biçî milek din, ger tu bi zimanê xwe xwe îfade nekî, nasnama te ne diyar be, tûyê wek gelê wir bêy destgirtin. Ger herkes bi vî awayî tevbigere wê demê cîhan wê bi yek rengî bimîne. Yek rengbûyîn jî rê li ber tunebûn û dûrbûna ji zengîniya cewherê mirovatiyê vedike.

Ger ev bi vî awayî bimeşe, dev ji tunebûyînê berde, tê wateya xiyaneta herî mezin a ji ziman re û mirovên ku hewl didin vê li ser civakê bidin ferzkirin wê tu carî neyên efûkirin. Xwe ji bîrkirin, xwe ne naskirine. Ger em xwe ji bîr bikin, emê nikaribin jiyanekî bi wate bijîn. Hebûna me wê ne diyar be. Ji ber her ziman geleke, rengeke, çandeke… ger ev werin tunekirin, wê demê wate wê li ku bimîne.

Ji xwe tişta pergala desthilatdar jî dixwaze eve. Dixwaze tenê rengê xwe belavî cîhanê bike. Heya jê tê di aliyê ziman û çandê de bi rêkên nerm helandin û asîmîlasyonê pêş dixe, mirovan dûrî çanda wa dike û wa bê zanist dihêle.

Dema nikare vê siyaseta xwe bide ferzkirin, bi darê zorê xwe li ser civakê dide jiyankirin.

Tişta li ser Ermeniya, Asuriya, Kurdan hatiye meşandin û hê jî tê meşandin ev rêbaze. Bi taybetî gelekî wek gelê Kurd, ku di dîrokê de xwedî bingehekî pir mezine, înkar û îmha li ser ziman û hebûna wî tê meşandin, vê siyasetê bi rengek dijwar li ser dide ferzkirin. Zimanê gelê Kurd tunekirin li şûna wî zimanê xwe bi cih kirin tiştekî hêsan û asayî nîne. Ewqas ne rehete bi rêka ziman tûnekirina hişmendiya mirovê xwedî exlaq.

Lê ev heye, ger mirov bixwaze dikare li hember hemû paşverûtiyan, xwedî li zimanê xwe derkeve. Bi şerta ku em zimanê xwe bipeyîvin, binivsînin û zimanê xwe wekî paşketin nebînin, jê hes bikin, li hember zimanê din jî tekelcî nebin.

Nêzikatiyek bi vî awayî wê bihêle ku bi ziman re nirxê mirov û zengînbûna wî ya çandî zêde bibe.

Ne pejirandin ne axaftina bi zimanê xwe windabûyîne, tunebûyîne. Dema tu bê ziman bijî, wê jiyana te jî bê wate bibe. Jiyneke ku hundurê wê bi dewlemendiya çandî ne dagirtî be tê wateya dûrbûna ji wateya jiyanê bi xwe ye. Rojane zikê xwe têr bike, heya roja mirinê dilê xwe xweş bike, lê divê tu bizanî ku ya girîng ziman bi xwe ye. Ziman jî hebûne.

Bê ziman ne jiyan dibe, ne jî hebûn dibe!...

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî