Tirkî  |  Erebî

Bi Tîrêjên Rojê Vegetînin

15sibat komplo215 Sibat roja tariya şevê ya dewletên dagirkere. 15 Sibat hovîtî û dagirkeriya kujerên mirovane. 15 Sibat roja êrîşên hêzên navnetewiye. 15 Sibat şerma herî mezin a mirovatiya ku ji xwe re dibêje ez pêşketîme. 15 Sibat di kesayetê Serokê netewî yê gelê Kurd de êrîşa herî mezin a li hember tekoşîna azadiya gelê Kurde. 15 Sibat êrîşa bêbext û hovane a ku di şexsê nûnerê nirxê mirovahiyê Serok APO de, li dijî hemû nirxê Rojhilata Navîn û mirovatiyê ye. Ji ber ku Serok APO di kesayeta xwe û tevgera azadîyê de nirxê berxwedêr a mirovahiyê komkir û dîroka ku nehatî nivîsandin, dengê azad yê berxwedêr zindî kir û vehijêrka (alternatif) têkoşîna mirovahiyê pêşxist. Ji bo wê tevahî dewletên navnetewî yên berjewndî perest li dijî Serokatî komplo pêşxistin.

 

Lê belê ji bo gelê Kurd “Roja Reş” 15 Sibat tarîtiya şevê îfade dike. 15 Sibat roja êrîşa herî mezin a li hember gelê Kurd e. 15 Sibat êrîş û kuştina xeta azad a gelê Kurde. Ji ber wê di heman demê de êrîşa li dijî gel bi xwe ye. Serok APO êrîşa li dijî jiyana azad ya gelê Kurd nepejirand û li gor wê helwestek tund da nîşandan. Ji ber ku Serok APO sembola roja azad a gelê Kurd bû û bi vê komployê dixwestin Rojê tarî bikin. Li dijî vê di her çar parçê Kurdistanê de têkoşînek bê hempa da meşandin. Dirûşmeya “Hun nikarin Roja me tarî bikin” bi vê zanebunê derket pêş û bi helwsta xwe ya azad çemberek ji agir li derdora Serok APO de xêzkirin. Ger komplo negihişt armanca xwe, ev sekna berxwedêr a gel, jin û ciwanên Kurd bû.

Mirov, dikare pir tişt li ser komploya navnetewî bibêje. 14 sal in em êş û azena komploya navnetewî jiyan dikin. Ev êşa me ya herî mezin e, ji bo wê me got 15’ê Sibat’ê ji bo me roja reş e. 15 Sibat, pergala înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd hat despêkirin û heta roja me ya îro didome, berdewam û êrîşa herî mezin e. 15 Sibata sala 1925 komploya li dijî Şex Seîd e. 29 Hazîran roja darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî ye. Di heman dîrokê de, yanî di 15 Sibatê de Komploya navnetewî despêkir. Dîroka 29 hazîranê 99 roja cezayê îdamê li dijî Serokatî hatibû dayîn. Yanî êrîş ewqas cidî bû ku dixwestin di şaxsê Serokatî de jîn û azadiya gelê Kurd bitemirînin û tarîtiyê di Kurdistenê de serwer bikin. Yanî xwestin dîroka Kurdan a kuştin û mirinê dûbare bikin û Kurda di vê sedsalê de jî hunda bikin. Ji ber ku pergala sedsala 19 û 20’an li ser îmha u înkara Kurd pêşket. Rêber APO bi derketina azad a PKK ‘ê û xeta jîyana azad de hemû hesabên kujer û dagirkeran xira kir. Ne tenê hesabên dewletên Rojhilata Navîn, hesabên pergala navnetewî ya kapîtalîst xira kir. Serokatî, ji gelê ku digotin miriye, tuneye, gelê serhildan û raperîna herî azad pêşxist û li dijî pergala dagirker, di xeta sosyalîzma ilmî de xeta jiyan û kesayeta azad pêşxist. Ji bo wê cîhan û pergala kapîtalîst û dagirker êrîşekî bê hempa pêşxist.

Serokatî temsîla kesayeta azad û nunerê jiyana azade. parastin û azadkirina vî temsîlî erk û berpirsyariya me ya herî mezin e. Şerma herî mezin di vê sedsalê de esareta Rêberê gelê Kurd û mirovê azad Rêber APO ye.

Sekna Rêber APO ya azad û berxwedêr sekna li hember modernîteya kapîtalîst a ku hovîtî û seqema bê manewî ferz dike ye. Sekna gelên berxwedêr, jina azad û nasnameya wîcdan û exlaqa mirovatiyê diyar dike.

Ji bo vê, divê ciwan û jinên Kurd êdî vê pergala îşkencê ya İmraliyê nepejirînin. Ger em di her gotin û çalekiya xwe de dibêjin “BÊ SEROK JİYAN NABE” divê em bê vîn û çalekî yek deqe jî nesekinin. Di vî milî de ezmûna gelê Kurd a têkoşînê ya 36 sala heye. Divê êdî em nesekinin. Her sekin û her rojên ku bê çalakî derbas dibe, ji dijmin re hêvî dide. Ger me wek gelê Kurd komploya navnetewî vala derxist û me nehişt ku bighêje armanca xwe, ew dem em dikarin vê komployê bişkînin jî. Bi tekoşîna xwe ji bo raperînên Ereban jî dikarin alternatîf deynin. Divê em nehêlin ku hêzên navnetewî, van raperînan li gor berjewendiyê xwe bikarbînin, em nahêlin ku dagirkerên nû li ser gelê Rojhilata Navîn ava bibe û hêzên xwînxwar li ser ked û berxwedana ciwanan bibe desthilat.

Wê gelê Kurd Vê sedsalê bike sedsela aştî û azadiyê. Me sedsala 20’an hundakir, em parçe bûn, ew dem ji niha û şûnve sedsala 21’an divê teqez em hunda nekin. Ger em hunda bikin, ne tenê gelê Kurd, wê gelê Rojhilata Navîn jî hunda bike. Ger dijmin mirov di pergala perwerdeyan de bê vîn û bê zanebûn dihêle, ew dem em xwe bi perwerdeya civakî bighînin asta zanebûn û vînê. Ger dewlet û pergala kapîtalîst mirovan bi mûzîk û hunerê bê hiş û hişmend dike, ew dem em bi çanda civakî û bi hunera exlaqî xwe têr bikin. Ger pergal bi hemû amûrên xwe civak perçe dike, ew dem em bi zanebûna civakî bi dîroka gelan a dewlemend, civakbûna exlaqî û polîtîk pêş bixin. Ger dijmin ciwan û jinan bi derew û fitnan ji hêza çalakiyê dûr dixe, ew dem em bi hêza dînamîk a civakî bi tevgera livdar a ciwan û jinan re civakbûna xwe pêşbixin û xwe rêxistin bikin. Di vê derbarê de hem em paraznameyên Rêber APO bixwînin, têbighêjin, hem jî bi civak û mirovên derdore bidin xwendin.

Em tarîtiya şevê bi tîrêjên Rojê veqetînin. Awrên tarî yê Sibatê bi hêza Rojê ya azad em belav bikin. Êdî dem ne dema seknadinê ye, ezmûnên me yê çalakiyê hene, hêz û tevgera me heye, tenê dimîne ku em xwe bi çalak bikin, ev ji bo jinên ciwan bi taybet erkek bingehîne. Di her milî ve şer û şidet li dijî jinan pêk tê û jinên ciwan her roj di bin vê bombardimanê de jiyan dikin.

Em carek din soza xwe ya bi Rêber APO re jiyan kirin didin û emê li gor vê soza xwe tevbigerin...

Tîrêjên Rojê, li benda veqetîna bêdawî ya ji pergala kapîtalîste. Veqetîna bê dawî tê wateya pêşeroja jiyana azad a gelan.

Jiyan Şer

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî