Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

Dibe ku ev gotin di serê pir kesan de nakokiyan bide avakirin. Dibe ku pir kes jî matmayî bimîne.

Lê,ez hêvîdarim ku ev gotin ji bo pir kesan jî zelal be. Pir cara di mirovan de hizrandin pêş dikeve, ka mirov ji bo Erdoxan kîjan peyvê bi karbîne... Ez di vê baweriyê deme ku Erdoxan û yên ku fikrên wî diparêzin ji mirov û mirovahiyê bê par mane. Ji bo vê ger ku em ji wan re bêjin mirov, bizanin ku emê neheqtiyek pir mezin li mirovatiyê bikin. Her wiha emê jî wek wan bê wîcdan û bê ehlaq bibin.lê, bila baş bizanin ku mirin ji bo mirovahiyê  diyariyek pir pîroze û mirov carek dimire, lê, xofa di dilê wan de wan her tim dikuje. Ew çi dile ku hemû qirêjiyên cîhanê di hundirê xwe de dihewîne. Ew çi zimane ku xwe li ser xwîna ciwanên bedew û bi xeyalên pêşerojê re jiyan dikin xwe xurt dike. Ey Dehakê kujtar, ma qey nebese tu li ser xwîna mirovahiyê û ciwanan ewqas bazirganî dikî û jêre dibêjî siyaset?!.. Ji bo civakekê nirxê wan yê herî pîroz, ciwanên wanin. Dibe ku piştî vê hevoka me, pirsa ku were mejiyê we, gelo Çima  di vivakê de ciwan ewqas bi nirxin?! Ya girîng jî, mejiyê  deshilatdara çima bi herikandina xwîna ciwanan xwe dide jiyan kirin? Ma ger ku xwîna ciwanan nebe, yê deshilatdar bê lîstik bimîne... Ma ne wisaye lîstîkvanê xwînxwar?...

 

Ciwan pêşeroja civakanin. Çi ye ev pêşeroj? Raman, ziman, çand, exlaq û dîroke û kombuyîna hemûyan jî azadiye. Belê, lîstikvanê xapînok, ev xaka pîroz tu mirovan bê par nahêle, tu jî bê par namînî. Tu dizanî ku wê parê te û yên bi tere dawiyek bi destê îradeya gel be...

Erdoxan ji bo girtîgehan dibêje “şov dikin, ne greva birçîbûyînê dene” raste, hemû di greva jiyan avakirinê dene, ya ku di  greva mirinê de ye ewe. Kesên ku li ser xwîna mirovahiyê bazirganî bike, ma wê çi hest tê de hebe. Erdoxan di çe li ser cenazeyên leşkeran rola sûsmera dileyîze. Sûsmer dema ku zarokên xwe dixwe li piştî wan jî rondika dibarîne. Di vê navberê de - ez lêborîna xwe ji sûsmera dixwazim – ji ber ku Erdoxan leyistikvanek  pispore. Ew dem pirsa ku di serê mirov de pêş dikeve jî, çima ew dem tu agirê dilê dayîk û bavan natefînî? Na!! Ma Çima bitefîne, dema ev agir tefand wê ew dem deshilatdariya wî jî hilweşe û bitefe. Ew dem mirov dikare vê bêje, Erdoxan bazirgane, wê demê bila tu kes jî xwe neke mertalê wî.

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî