Tirkî  |  Erebî

Rengîn BOTAN

rengin ark1Ez berî her tiştî berxwedana Rebertiyê ji dil silav dikim û hemû şehîdên me yên demê bi bîrtînim.

 

Di şoreşan de, hinek dem hene ku teybetmendiyên xwe ji hemû demên tekoşînê cuda dibin. Ev serdem bi gelêk awayî guherîn û veguherînan bi xwe re tînin. Di demên wiha şoreşî de hêviyên azadî u serkeftinê zêdetir dibin. Lêgera heqîqetê bilindtir dibe. Hêzên azadîxwaz çalak û bi tevgertir dibin. Di hemû milan de, tevgerbûn her weha hest û ramanên soreşgeran dibin wek lehiyan û pêl bi pêl hêzên neheq têk dibin. Ev rastî di hemû tekoşînên gelan de bi awayekî berçav, di rûpelên dîrokê de nivîsandine.

Îro jî li Kurdistanê heqîqetek bi vî awayî jiyan dibe. Di rastiyê de tekoşîna azadiya gelê Kurd bi destkeftiyên tekoşîna 35 salî de ketiye qonaxeke nuh. Guman nîn e ku li ser axa Kurdistanê merhela şoreşê tê jiyan kirin. Ev rastî îfadeya xwe ev e. Gelê me dest bi meşa azadiyê kiriye û êdi tu hez nikarin vî gelî ji vê meşê paşve bi zivirînin. Dibin pêşengiya felsefeya azadiya Rêber APO de yekem care ku gelê Kurdistanê  ewqas nêzîkî azadiya xwe dibe. Him li rojhilata navîn, him jî di Kurdistanê de pêşveçûnên jiyan dibin, vê heqîqetê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Her çendî ku dijmin dixwaze di vê pêvajoyê de rastiyê berovajî bike jî, tekoşîna me êdî di astekî neyê paşve xistin deye.

Dilxwede pergala modernîta kapîtalîst, dixwaze herêma rojhilata navîn ji nûve dîzayn bike. Bi sedema ava kirina pergala xwe ya serdest û her wiha desteser kirina dewlemendiyên dîrokî yên gelên qedîm yên herêma rojhilata navîn hêzên sermayedar bi gelên vê herêmê re dinav şerekî dijwar dene. Lê, gelên berxwedanvan yên herêmê jî li himber van êrîşan tekoşînek dîrokî didin, radestbûnê têk dibin û parastina nirx û mafên xwe dikin. Bi taybetî ji sala 2011’an virve li hemû welatên rojhilat civakan serî rakir û li himber desthilatdaran dest bi tekoşînekî bê hempa kirin. Ev pêvajo bi şiyara bahara azadiya gelan destpêkir û hîn jî berdewam dike. Di rastiyê de li hemû welatên ku gel serhildan kirin, çiqas bi armancên xwe gihiştin ew mijara gotinê ye. Lê, ya girîng ew e ku civakan bi dengekî bilind ji rejîmên desthilatdar hesab xwestin û nerazîbûna xwe kirin tevgerek serhildanî.

Berdewama vê pêvajoyê îro jî li hember rejîma Baas’ê li Suriye bi tekoşînek dijwartir rû daye. Diyare ku rewşa aloz wê demek dirêj li vê herêmê bi dome. Ji ber ku pergala Suriye dijberên xwe wekî Emerîka, dewletên Ewrupî û her weha Tirkiye hebin jî, lê piştgiriyên xwe yên wekî Rusya, Çîn, Îran û Iraq jî hene. Lewma ev rewşa aloz li Suriye wisa hêsan derbas nabe. Her weha pêşveçûnên li Suriye ve li ser hemû herêma rojhilata navîn bandorek rişt (ciddi) çêbike.

Li hêla din rastiyek jî heye ku êdî nikare were înkar kirin. Pirsgirêka Kurd di vê herêmê de ji bo hemû welatan pirsgirêka sereke ye. Ne çareser kirina pirsgireka Kurd li Tirkiye, Suriye, Îran û Iraq ê rê li ber aloziyên siyasî, aborî, çandî û gelêk awayên dijî wê dike. Lewma heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin li herêmê gelêk pirsgirêkên din jî nayên derbas kirin.

Bê guman gelê Kurd ji bo azadiya xwe êdî ne li ber ti hêzan digere, ne jî ji dijminên xwe çareseriyê hêvî dike. Îro gelê me bi hêza xwe, bi tevger kirina pergala xwe ya xweser jiyana xwe ya azad gav bi gav ava dike. Ji berê de jî dihat zanîn niha hîn zêdetir zelal bûye ku dijmin bi ti awayî niyeta xwe ya çareseriyê nîn e. Berovajî vê rastiyê dijmin hemû hêza xwe seferber dike ku tekoşîna gelê me bertaraf bike û gelê me ji holê rabike. Ji xwe ew rastî bi nêzîkbûna desthilatdariya AKP eşkere bû û maskeya AKP ket. Ji ber ku desthilatdariya AKP siyaseta tasfiye û bişavtinê (asimilasyon) ji hemû deman zêdetir kûr kir. Eşkere bû ku AKP desthilatdariya li ser dirûtî û derewan ava bûye. Tayip Erdogan ê ku berî çend salan di got; “pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e” neha radibe û rûdine dibêje “pirsgirêka Kurd nîn e, lê pirsgirêka terorê heye.” Ev heqîqet ji xwe rewşê radixe ber çavan. Yanê tişta ku te jêre got teror, ti li hember wê tekoşînê û bi her awayî êrîşan rewa dike. AKP pêşiya vê siyasetê wekîr û li ser gelê me êrîşên xwe yên qirêj rewa kirin.

Ev salak û çend mehin êrîşên pir giran li ser Serokatiya me tên meşandin. Tecrîda Îmraliyê her ku diçe tê giran kirin û hawirdora Rêbertiya me bi pêkanînên dij mirovahî hatiye dorpêç kirin. Armanca dijmin ew e ku Rêbertiya me derveyî vê pêvajoyê bi hêle, bê bandor bike û ji muxatabiyê derxe. Lê, her kes baş dizane ku Rêbertiya me li himberî leyîstok û êrîşên dijmin berxwedanekî di dîrokê de nehatiye dîtin pêşxist. Berxwedan û helwesta Rêbertiya me leyîstok û hemû êrîş her weha hedefên dijmin paşve xistin, vala derxistin. Di hemwext de helwesta Rêbertiya me ji bo me peyama berdewam kirina berxwedanê û bilind kirina tekoşînê ye. Di heman demê de dibin navê girtinên KCK’de qirkirina siyasî berdewam dike û bi hêzaran mirovên Kurd bê sedem xistine zîndanan. Dijmin bi vî awayî dixwaze xof li ser gelê Kurd çêbike bitirsîne ku ji tekoşîna azadiyê dur bikeve. Lê, ev liv û tevgera dijmin jî bi ser neket. Gelê me beramberî giştî êrîşên dijmin ji her demê zêdetir girêdayîna xwe ya Rêbertiya me re derxist asta herî bilind. Gelê Kurd bi sekna xwe ya serhildanî tekoşîna xwe ya azadiyê bilindtir kir. Bi taybetî di xwedan derketina şehîdan de gelê me meydan li dijmin xwend. Wekî ku di dawiyê de li Elkê (Beytüşşebap) jî derket holê gelê Kurd bi rastî seknek û helwesteke li dîrokê bi tîpên zêrîn were nivîsandin da nîşandan. Ev jî dide xuyanî kirin ku dijmin di siyaseta xwe ya li ser gel jî ne serkeftiye. Lê, berovajî vê rastiyê têk çûye. Her weha li ser gerîlayên azadiyê bê navber êrîş dan destpê kirin. Dijmin hêza xwe bi her awayî seferber dike, bi hemû rengan teknîk bikar tîne, şerê psikolojîk dimeşîne, medyayê dibin propagandaya şerê xasde di xebitîne û dixwaze bi vî awayî hêzên me yên gerîla têk bibe. Ev êrîş her ku diçe zêdetir dibin.

Beramberî wê heqîqetê rewşa giştî baş famkirin û li gorî wê tevger bûyîn ji bo me pir girîng e. Bi taybetî hêzên me yên gerîla di vê demê de girîng e ku pevajoyê baş bixwîne ku bikaribe beramberî wê erkên xwe serkeftî bi cih bine. Ji ber ku gerîla pêşengê demê ye, misyona wî ya pêşengtiyê ji her wextî zêdetir seknekî, çalakbûnekî serkeftî ferz dike.

Lewma di merhela şerê gel yê şoreşgerî de şêwaz, rêk û rêbazê şer pêwîst e ku li gor rihê demê be. Berî her tiştî li gor berê tenê şer nayê meşandin. Dema nuh pir rebazên dewlemend û cihereng dixwaze. Ji xwe sala 2012’an me got ku em ê dest bi hemleyek tekoşînê ya nuh bikin. Li ser armanca azadiya Rêber APO û azadiya gelê Kurd me dest bi hemla şerê gel yê soreşgerî kir. Vê pevajoyê bi tevgera tevgera şoreşgerî ya li Şitazin – Oramarê stard da. Her weha li Şemzînanê berdewam kir û li Çelê bi çalakiya Rindikê û di dawiyê de li Elkê gihişte asta herî bilind. Lê, lazime bê zanîn ku ev tevgerên şoreşgerî ne çalakiyên ji rêzêbûn. Şêwazê lêxistinê yên bi bandor bûn û li seranserî Kurdistan û Tirkiyê sekna gerîla ya çalak belav kir. Tevgerên şoreşgerî yên ku hîn ji didomin, encamên serkeftî derxistin holê. Him li qada navnetewî, him li Tirkiyê û him ji li Kurdistanê peyamên girîng dan.

Lazime ku hêzên me yên HPG û YJA STAR baş fambikin ku em êdî şer tenê wekî ku çend çalakiya bike, hinek serkeftin bistîne, an jî hema li hedefên dijmin bide û paşve bikişe, êdî bi vî awayî nameşînin. Asta şerê me êdî ev derbas kiriye. Ji xwe şêwaz, textîk, rengên çalakî û rêbazên me yên heta niha li gor dihat xwestin bersiv nedidan pêvajoyê. Girîng e ku em bizanin êdî şerê vînê (irade) tê meşandin. Ispata encam girtina şer, kê çi bidest xistiye bi wê diyar dibe. Lewma em dibêjin ku li dijmin bixe, xwe bi cî bike, çeper bigre û bi parêze. Yanê textîka gerîla ya berê lêxe û paşve bikişe em derbas dikin. A niha lêxe, bigire, desteserke û di ciyê xwe de bimîne. Yanê bandor, kontrol û hakimiyeta dijmin ya li herêmê ji holê rakirin û bandora xwe li şuna wê bi ci kirin şêwazê tekoşîna me ya demê ye. Ev şêwazê me yê nuh yê şerê demê ye. Hedefa me ew e ku em vîna dijmin li Kurdistanê felç bikin. Ji bo vê jî lazime ku pergala dijmin bi hemû brokrasiya xwe ve nikaribe bixebite. Sazî û peywendîdarên dewletê nikaribin kar bikin. Bi vî awayî gav bi gav vîna dijmin bê bandor bibe û were felç kirin.

Bi destpê kirina tevgerên şoreşgerî re gerîlayên me li gelek herêman bandora xwe zêde kir. Kontrol û serweriya gelek ciya ket destê hêzên me de. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîş kir, lê nikare însiyatîf û kontrolê bi dest bixe. Her êrîşên dijmin yên di vê demê de li hemberî berxwedana gerîlayên me şkest, bi sedan wendahiyên dijmin çebûn û neçar ma ku paşve vekişe. Li ser encamên derketine holê, em bi rehetî dikarin bêjin ku dijmin hem di aliyê siyasî, bi taybetî di aliyê leşkerî de ji her demî zêdetir lewaz bûye. Ji ber ku di vê demê de, di hemû şerên ku rû dayîn de leşkerên arteşa Tirk nekarîn şer bikin. Li hember berxwedana hevalên me belav bûn. Ev rewş vê rastiyê nîşan dide. Heger hêzên me yên gerîla hêza xwe rast bikar bînin, kapasiteya xwe bixin xizmetê, bi tevger – disiplîn û veşartî tevbigerin, wê ti hêz nikaribin ku li hember tekoşîna me bisekinin.

Bê guman hinek encamên ku ji tekoşîna me ya vê demê derxistin holê, lazime ku em ezmûn bigirin û li ser van encaman tekoşîna xwe hîn serkeftî pêşve bibin. Ji ber hinek dem hene ku di navbeyna tekoşîn û serkeftinê an jî azadiyê de wekî pireke. Lewma ev dem bi qimet in û mohra xwe li dîrokê didin.

                Di hemû şer, tevger û çalakiyên vê demê de bi rastî hevalên me rihekî fedayane dan nîşandan. Di aliyê rihê êrîşê, wêrektî, fedekarî û sekin de nîşaneya sekna serkeftinê di şexsê hemû hevalan de derkete holê. Bi taybet şehîdên me yên ku di sekna xwe de rêbertî kirin, ji mere dan nîşandan ku pêşengtiya demê çawa dikare were pêşxistin. Li Şitazin - Oramarê rêheval Ezda, Faraşîn, Bêrîtan, Xemlîn, Zagros, Adil û Çiya, li Çelê Rindikê hevalê Delîl, Jîn, Brusk, Karwan, Baran, li Şemzînanê hevala Zozan, Ekîn, li Elkê hevala Rêvan, Mêrxas, Medya, li Qeyseriyê hevalê Andok, Êrîş û her weha bi tevayî hevalên ku di vê pêvajoyê da bêyî ku gumanekî jiyan bikin, berê xwe dane heqîqetê. Tekoşîn li ser milê xwe bilind kirin û rêya serkeftinê vekirin. Bê guman em li hember van hevala deyndarin û lazime ku em weke wesiyeta wan azadiya Rêber APO, her weha azadiya gelê Kurd demekî ne dûr, lê nêzîk de pêk bînin. Ev jî bi sekna çalak ya serkeftî dikare pêk were.

Li hêla din bi taybetî hêzên me yên YJA STAR’ê di vê pêvajoyê de bi hemû hêza xwe seknekî pêşengtî bi pêş xistin. Bi rastî him di aliyê textîk û meriyetî, him ji di aliyê rih û rêbaz de hevalên jin di şerde seknekî mînak nîşandan, ev sekin hîna jî berdewam dike. Mînak, li Şitazin – Oramarê hevala Faraşîn, hevala Ezda, hevala Xemlîn û hevala Bêrîtan al li xwe pêçandin, çeperên dijmin bi destxistin. Dema xwestin ala me ya rengîn li baregeh û girên dijmin li darxin, şehîd ketin. Ji xwe dijmin jî bi rojan li ser vê rastiya sekna van qehremanan gotûbêj kirin. Di çalakiya Rindikê de hemû hevalan, lê bi taybet helwesta ku hevala Jîn pêşxist, helwestekî dîrokî û destanî bû. Hevala Jîn di çalakiyê de ket êrîşê, çeperên dijmin yek bi yek xistin. Di vê navberê de birîndar bû. Lê, negot ez birîndarim heya ku giran bû. Di dawî de dema ku leşker kombûn, di nav koma leşkeran de bomba xwe teqand. Yanê dinav çalakiya giştî de, bi xwe însiyatîf bi kar anî û çalakiya fedayî kir. Dijmin bi roja li ser vê helwesta hevala Jîn nîqaş kirin, dibin tesîra wê de man û kirin mijara gotûbêjan. Ev helwestên di şexsê çend hevalan de derket holê, da nîşandan ku jin dema bi eqil tevbigere, hêzeke wisa ye ku ti dijmin nikare xwe li himber li ser piyan bigire. Ji xwe di vê demê de ev rastî jî car din raket ber çavan. Li kur dibe bila bibe, jin rola xwe ya pêşengtî bi cî bîne, bi misyona xwe ve rabe, dikare ji hêzên me yên giştî re bibe mînak. Her weha dikare bide birêveberin ku her kes erkên xwe yên demê bi cî bîne. Ya rastî hevalên jin dikarin di şer de rêk û rêbazên serkeftinê hîn bi rengekî xuliqdar meriyetî bikin, bibin mînak û pêşengên helwesta demê. Ji xwe sekna ku di vê demê de pêşket, ev rastî cardin ispatkir û di dîroka tekoşîna jina Kurd de qehremanî û destaniyên nuh zêde kir.    

Girêdayî vê rastiyê hinek tişt jî hene ku tekoşîna me li şuna serkeftinê lewaz dikin û çi dibe bila bibe lazime bên derbas kirin. Berî her tiştî şer sekneke rişt dixwaze. Cihê ku şer lê hebe eqil, tevgerbûyîn û riştbûn pêwîstiyên herî li pêş in. Her weha disiplîn, hevparî, ruhê ekîbê, veşartîbûn tiştên ku ji bo serkeftinên mezin şertên esasî ne. Şer di kesayetî de rihek fedayî dixwaze. Lê, ew bi tena xwe ji bo encamên serkeftî ne bes e.

Em baş dizanin ku di hêla rih û wêrektî de pirsgirêka tu hevalên me nîn e. Lê, rih û wêrektî bi tena xwe serkeftinê nayne. Bi rastî seknek pir çalak di giştî hevalan de di asta herî jorde ye. Lê belê, di hemû çalakiyên me yên vê demê de gelek caran li şuna disiplînek xurt bê quralî, li şuna tevger û bi ekîb tevgerînê bi nêzîkbûnên takekesî, bi serê xwe û bi qabiliyeta kesayetî nêzîkbûn derketin pêş. Bê guman qabiliyeta mirov rastiyeke ku mirov nikare li ber çav negire. Ji ber ku ew rastî hêza mirov nîşan dide. Lê, di qadên şer de hevparî, bi hêza giştî û tevger şer kirin rêk û rêbazên serkeftinê mîsoger dike.

Mînak, parastin nebe, êrîş jî bi sernakeve. Di şer de êrîş – parastin- şunve kişandin – çeper girtin – evan rastiyan hemû weke yek perçe bi hevre girêdayîne û yek bê ya din nabe. Heger di şer de yek ji vana kêm be, wê serkeftin neyê bi dest xistin. Lê, hevalên me ku ne di êrîşê de bin, pirsgirêkan derdixin. An ku ferasetek nebes di nêzîkbûnên gelek hevalan de derdikeve holê. Dîsa bi teybet di çalakiyan de, gelek hevalên me ne disiplîn, ne quralan dîqat dikin. Dilê wan çi dixwazin, çi difikirin li gorî wê tevdigerin û hassasiyetên giştî li ber çavan nagirin. An di şêwaz de, tempo de pir giran, an jî pir bilez tevdigerin. Yanê nêzîkbûnên keyfî û li gorî xwe zêde ne. Lewma pir lewazî çêdibin û ev lewazî dibin sedema wendahiyên ne di cîde.

Em bala xwe bidin arteşa Tirk li himber berxwedana gerîlayên me bi rastî hêza xwe ya şer kirinê nîn e. Di vê demê de gelek derfet hene ku em bikaribin ji rewşa dijmin ya lewaz sud bigrin. Şerekî serkeftî em ji her wextî zêdetir dikarin bi pêşxin. Lê, dijmin jî di vê demê de derfetên xwe yên din bêguman xistiye dewrê û ew jî şert û mercan dinirxîne. Herî zêde jî di vê demê de ji teknîk û istixbaratê sud werdigire. Keşfan dike, malumat kom dike, li ser encamên bi dest dixe êrîşan peşdixe. Zêdetir jî bi balafirên şer êrîşên pêktîne, dixwaze ku derbên mezin li hêzên me bide. Her çiqas ku gelek êrîş bi piranî encam negirin jî, lê pir caran hinek heval ji ber ku bê xem û bê disiplîn tevdigerin pêşî li windahiyan vedikin. Halbuki em dîqet bikin, ku jiyana xwe dibin pilan, disiplîn, veşartinî de bigirin, em ê teknîka dijmin jî vala derbixin. Em dixwazin ku her heval êdî ji bo ku ev lewazî derbas bibin, tekoşînek mezin bidin û berpirsiyar tevbigerin. Ji ber ku rihê berpirsiyarî çiqas li peşbe, riya kêmasiyan ji ewqas tê girtin.

Li ser van esasan ji bo azadiya Rêber APO û azadiya gelê Kurd, pevajova bi tevgerên şoreşgerî yên me destpêkirî gihişte astekî bilind. Tevgera şoreşgerî ya li Şitazin – Oremarê destpê kir, bi navê tevgera ş. Rozerîn û Ş. Rubar li Şemzînanê, dîsa tevgera şoreşgerî ya ş. Arjîn û ş. Mahîr li Rindikê, herî dawiyê tevgera şoreşgerî ya ş. Adil û ş. Nuda li Beytuşebabê berdewam kir û destkeftiyên girîng derxistin holê. Lê ev pêvajo bi dawî nebûye. Berovajî vê rastiyê tekoşîna me gihand qonaxek nuh. Lewma ji vê û şunde ev tevgerên me yên şoreşgerî wê bi awayekî hîn xurttir berdewam bikin hetanî em bigihin serkeftinê. Ji xwe ji derveyî serkeftin û azadiyê ti şertên me yên jiyanê nîn e.

Li ser van heqîqetan ez hêvîdarim ku her heval vê riya hêvî, serkeftin û azadiyê bixe sedema hebûn û jiyana xwe. Her weha her cara ku em bêhnek ji jiyanê digirin, ku em bi karibin vê bêhêe bikin kêliyên azadiyê tê wateya ku em serkeftinê bidest dixin.          

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî