Tirkî  |  Erebî

 Cîhan CEMÎL

Jiyan kirina keçên Kurd li çiyan û şerkirina wan, dibe ku bala her kesî dikişîne. Ya rast, ne tenê keçên Kurd li çiyan dijîn. Di heman demê de hevalên jin yên ku ji netewên cuda jî tevlîbûne hene. Hatina jin li çiyan herkes li gorî xwe dinirxîne, hinek kes li gorî baweriya xwe guneh dibînin, hinek wate nadinê û hinek malbat jî çûyîna keçên xwe ya li çiyan çêtir dibînin. Gelo, mirov rastiya vê yekê bibîne û weha şîrove bike wê nebaştir be?

 Dibe ku dîroka jin nizanin, malbata wan ne welatparêze, qehremantiya jinên çiyan nebihîstine, nebûne şahidê gerîlayên jin yên ku narincoka xwe bi canê xwe de diteqînin û dijmin di bin navê çûyîna dibistanê de bi hemû rê û rêbazan şerê taybet li ser wan daye meşandin. Lê belê, çima beşdarî nava refên gerîla dibin? Pirsekî girîng e.  Bi vê ve girêdayî me sedemê tevlîbûna hevalên jin mereq kir û em berbi wargehên şervanên nû ve çûn. Hîna em negihiştîn ciyê wan, tarî ket, em neçar man ku wê şîveriyê bişopînin û hêdî-hêdî meşa xwe bidomînin. Her ku em dihilkişiyan ji wê çiyayî hewayekî hênik dihat, ez bawerim rehma xwezayê bi me hat û hîskir em rêwî ne. Ew şensê me hebû di navberê de em li stêrkan binêrin û bêhna xwe bidin. Hîna em ji xwe re dibêjin ev rêk çi qasî dirêjkir, bi wê şeva tarî re dengekî mîna mizgînî ji me re were hate guhê me. Her ku em bi pêşve diçûn, me deng zelaltir dibihîst. Me fêmkir ku şervanên nû ji xwe re moral çêdikin. Nobedarê wan bihîstin ku hinek hevalên biyanî berbi wan ve tên û reviyan pêşiya me. Ew pêşwazî kirina şervanên nû, destûr neda ku westandin me dorpêç bike. Bi pirsa me ya ‘‘xêre hûn moralê çêdikin?’’ Wan jî bi vî rengî bersivand;  “rizgarkirina rojava û serkeftina hevalan ya Şemzînan hêja ye ku mirov pîroz bike. Yek ji şevên ku min demeke dirêj bû jiyan nekiribû, min li gel hevalên şervanên nû derbaz kir. Di nava wan şervanên nû de heşt hevalên jin hebûn. Keçên ku di mejiyê wan de hatiye nivîsandin ‘‘jin nikare tiştekî bike’’, bi hatina çiyan re ew bawerî dabûn xwe ku dikarin gerîlatiyê bikin û hêza jin heye ku têkoşînê bike. Hinek ji wan li metrepolên Tirkan mezin bûne. Du hevalên jin bi zora malbata xwe diçin malên fetûlahçiyan û li wê derê dibînin ku bi ziravî wan ji civaka wan didin dûrxistin. Bi ruxmî ku nûbûn jî, lê belê polîtîka Fetûlahçiyan ya ku li ser jin didin meşandin ji nav hevdû derxistibûn û weha berê xwe dabûn çiyan.

Hevala Dunya Sêrt jî, ya ji destê zilam gelek tada dîtibû, ji me re behsa çîroka xwe kir. Malbata hevala Dûnya bê ku nêrînên wê bigirin di temenekî biçûk de wê bi zilamekî re dizewicînin. Ew zaroka hîna bîra dunyayê nebiriye, dibe berxika devê zilamekî. Piştî ku dizewice xweşî jê re namîne. Zilamê wê her roj lêdide û tada lê dike. Zilamê wê di malê de dirûne, ew dixebite. Li ser wî halê perîşan de kurekî wê çêdibe. Jiyana wê, dibe jiyana girtiyekî. Hem zarokê xwe xwedî dike, hem jî zilamê xwe xwedî dike. Ji bo hêviya jiyanê di kesayeta wê de nemire berê xwe dide çiyan û ji wê tadê û zorê direve.  Hîna hevala Dunya çîroka xwe dibêje, hevala Medya jî ya ku ji Serhedê tevlî bibû anî ziman ku mala keçên wan zêde bin, wan dewlemend dibînin.

Li Patnosê jî dayîk diçin wêneyê keçên xwe bi mala Muxtar ve didaliqînin, ji bo xort werin wan bixwazin. Xort jî wêneyê kîjan keçikê biecibîne, wê keçê ji xwe re dixwazin. Malbat jî weha keçên xwe difiroşin. Di nava wan hevalên jin de tenê du hevalên jin di nava xebatên ciwanan de mabûn.

Çima hevalên jin beşdarî nava refên gerîla dibin, ji ber ku hêviya jiyanê di pergalê de nabînin û nikarin jiyan bikin. Piştî hatina çiyan hîs dikin ku ew xwedî vîn in. Bi taybet dema ku dibînin hevalên jin dikarin hemû xebatên xwe bi xwe didin meşandin, gelekî bandor dibin û bawerî didin xwe. 

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî