Tirkî  |  Erebî

Hindistan PENABER

rojeviJinên şerker, lêgerînvanên rastî û heqîqetê ne. Weke jinên Kurd, bi asîbûn û heskirina xwe di axên xwe de haveyn dibin. Gelek ji wan hîn di temenê xwe yê zarokatiyê debûn, şervanên di çiyan de şer dikin bihîstibûn. Hinek ji wan jî, bi mezin bûn û herikîna kêliyên jiyana tevgera azadiyê re, gerîlla nas kirin.

Ger mijar dibe pirsa çima jin berê xwe didin çiya, gelek caran ji vê pirsê re bersivekî bê eman û bêyî kêmanî hatiye dayîn. Ji lewra ne pêwîst e ku mirov dubare qala wateya wê bike. Lê, ger ev rastî di taybetiya qadan de xwe bi hebun bike, bi qasî zehmetiya bersivdana vê pirsê, di heman demê de bersivekî wê ya hêsanî jî heye.

Bi nimûne, qada Zagrosê… Yek ji qadên gerîlla ya herî zehmet û asê ye. Hem di mercên xwe û hem jî di eraziyê xwe de zehmetiyekî wê ya gelek mezin heye. Kes zû bi zû nikare jiyan kirina di wê qadê de bi serbixîne. Îskenderê Mezin wan xakan derbaz nekir, dagirkerên roja me ya îro de van axan nekarîn têxin dibin venêrîna xwe. Lê, îro şervanên azadiya gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd, vê teoriyê binpê kirine û di quntarên Zagros’an de tekoşînekî bi çi rengî wê were meşandin û wê bi çi rengî mercên jiyanê ava bike, bi hemû bedewiya xwe dane nîşandan. Lê, li himberî zehmetiya vê qadê mirov dikare pirsekî bi vî rengî jî bike.

Çima Zagros mirovên ku li ser xaka xwe mezin dike, bi xwe ve dide girêdan? Çima heskirina gelek keç û jinên leheng, li efsaneyên xwe yên dîrokî zêde dike? Çima jinan evîndarê xwe dike?

Bersiva vê pirsê jî, bi qasî kûrbûna xwe hêjayî bilêv kirinê ye.

Ji ber ku Zagros di guşiyên Çarçêlla de, dibe têlên pora jinên dilê wan xwe bi bedewiyê hunandine. Li serê lûtkeyên Cîlo dibe taca ku di quntarên Keviya Pîr de mezin bûye. Ji lewra li himberî vê rastiyê Zagros her demî bi betrana xwe dikeve silavê û berbi jinên dilê xwe asîne ve dirêj dibe.

Di bedewiya dilê jinên Zagrosî de, Avaşîn weke dilê jinekî kûr, nazik, narîn û bi tûjiya asîbûna xwe diherike. Bi kerba hêrsa dilê jinên ku di qelîştekên Zagros’an de bi hesreta kenekî azad mane, êşên jinan di kurahiya xwe de mezin dike. Êş dixe heskirin, heskirinê dixe pevçûn. Basya jî weke bêrî kirina jinekî ku di nêvî de maye, bêdeng û bi nepenî diherike. Govendê dibe agirê azadiya keçên leheng, dibe meskenê jinên gernas yên Zagrosî.

Ji lewra Zagros wêneyê jina ye. Di koka wê de bereketa xwedawendan, ked û mezinbûna jinan heye. Rayên axê yên jînê ye ku di her quntarekî wê de bi wate dibe. Ev watebûn dibe navê hezaran şehîdên ku di asîbûn û kûrbûna Zagrosê de gihane lûtkeyê. Sewdayekî ku ji dilekî berbi dilekî de diherike. Weke îsyana lehiyekî di dilê jinên leheng de, Zagros dibe navê agir.

Ji lewra gelek jinên leheng bi tekoşîn û tevlîbûna xwe bûn keçên vê xakê û mezin bûn. Jiyan kirin û şer kirin. Weke sozekî tolhildanê, di her mercî de binaseya girêdanên xwe yên ji kêliyên jiyana azad re şanî mirovan dan.

Ji ber vê çendê ye wexta ku berê xwe didin Zagrosê jî, hestên bi qasî Payîzê reng û reng jiyan dikin.

Demsala Payîzê jî, bi qasî demsala Biharê dewlemendiya rengan di xwe de kom dike.

Weke, rengê giriyê pelçimên ji çiqlên daran diweşin. Weke guşiyên tirî, yên ku pelên xwe bi bêrî kirina rengê sorxwunavî re winda kiriye. Li pişt barana wê ya diherike, herikîna kêliyên jiyanê. Bîranîna kêliyên zarokatiyê. Weke lêkirina barana ku bêhna axê dixe hundirê mirovan.

Belê, bi taybetî jî di van demên derbazbûyî de, gelek jinên leheng henaseyên bi rengê Payîzê di xakên Zagros’an de kişandin. Jinên bi lehengî li Geliyê Tiyarê li ber xwe dan tevlî karwanên nemiran bûn, jinên li Ştanzayê bi gernasiyên xwe hemû hêviyên neyaran şkandin, jinên şerker yên li Şemzînan’ê bi rojan di tevgera harekata şoreşger de bi ruhî Apoyî tola Rozerîn’an rakirin, jinên li Çelê yên xwe xistin narincok û di dilê dagirkeran de teqandin, hemû jî li ser xakên Kurdistan û bi taybetî jî li qadên Zap û Zagros’an mezin bûn. Bi têkoşerî û lehengiyên xwe, tevlî bêhna xaka welat bûn.

Ew xak…. Herî zêde jî bêhna welat e hestên ewqasî bedew, berxwedêriyekî mezin di mirovan de dide ava kirin.

Mirin gelek caran mîna mêhvanekî mirov ne li bendê ye. Di roja me ya îro de jî gelek mêhvanên din yên em ne li benda çûna wan bûn, dilê me bixwîn kirin di dilê şînbûna xwezaya Kurdistanê de.

Lê, ger ku mirin tinebûn be, li cem me nav û cihê wê tine ye. Rastiya şahadetê li cem me rastiyekî bi wî rengî ye ku, bi şînbûna şitlan re mirinê dimirîne. Ji lewra li himberî her şahadetekî em bi hêz dibin, tekoşîna me bi gavên dîrokî re mezin dibe. Bi rakirina tola wan re, pêngavên dîrokî tên avêtin, haraketa şoreşgerî tê destpê kirin.

Ji ber vê çendê, ew jinên çeleng yên bi jiyan û tevlîbûna xwe navê xwe li dilê rêheval û welatê xwe kolan, wê her weke nav û gernasiya xwe di dilê me de cî bigirin. Ewana wê hem bi jiyan û hem jî bi çûna xwe di dilê me de bibin jiyan.

Hewaya li dura Golên avê, hêdî û kûr diherikin. Di germahiya Tebaxê de, wê ew jinên leheng her demî ji mere baya li dora Gola bin. Di baxçê gulîstana Gola de, wê bibin kulîlkên bedew yên li ti deverên cîhanê nehatî dîtin. Wê her di dilê me de şîn bimînin. Kêliyên jiyana wan, wê binaseya me ya xwe gihandina azadiyê be, pêkanîna xeyalên wan be.

 

 

 

Kategori: Nivêsên Rojêvî