Tirkî  |  Erebî

AS

Sala 2015 an ji Botanê beşdarî refên gerîla bûm. Ev ji bo min derfetekî mezin bû. Ji ber ku artêşbûna jin li çiyayên Botanê pêş dikeve, bi hêz dibe û di roja me ya îro de ji bona hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya azadiyê.

Wek jin; hêza xwe nas kirin, xwe bi rêxistin kirin, di nava têkoşîna azadiyê de qadên herî dijwar de cîh girtin heman demê de bawerî û îrade pêş dixe. Li hember zîhniyetê serdest û ferasetên dagirker di refên azadiyê de cîh girtin bi taybetî jî qadekî wek Botanê de xwe ji nû ve afirandin ji bona min şensekî mezin bû.

Têkoşîna azadiya jin li ser mîrateya jinên berxwedêr de mezin dibe û pêşengtî ji gelan re dike. Li qadên ku dijwariya şer di asta herî jor de hatiyê jiyîn û serkeftinên mezin avabûyî de wateya jiyanê hîn mezintir tê hîs kirin lewra di her gavekî de weke ku dîrok ji nûve zindî dide û heta digihîje dilê mirovan.

Şehîdên me yên qehreman heta roja îro bi rengekî canbexşane tevlî şerê azadiyê dibin. Em jî hewl didin ku bibin şopdar û hezkirina welat ji kûr de fêm bikin. Bi taybetî wek jin bûyîna milîtanên azadiyê, rêvebirina şerê azadiyê û gihandina serkeftinê, li xakên Botanê wateyên bi nirx di kûrahiya dilê min de ava kir.

Gavên destpêkê a jiyanê: Herekol

Piştî perwerdeyeke bingehîn vesaziya min li qadê Herekolê çêbû. Li Herekolê di wateya pratîkî de min têkoşîneke pir dijwar jiyan kir û ev ji bona min bû daneheveke xurt. Her çiqasî bi derfetên zehmet re rû bi rû werin jî hevaltiyeke xurt meşa têkoşîna me jî serkeftî dike û cewhera mirovan derdixe holê. Mîrateya çanda dayîkê herî zêde jî li Botanê zindîbûna xwe dipareze. Botan warê; Azîme û Sorxwîna ye. Çanda artêşbûna jin gavên xwe yên yekemîn li Botanê davêje û dibe bingeha Birdoziya Rizgariya Jin. Li çiyayên Botanê jin gavên pir mezin ber bi azadiyê ve davêjin, di bingeha dahûrandinên Serokatî de xwe perwerde dikin û rêxistinbûna jinan di her qadê de mezin dikin. Wek milîtanekê Tevgera Azadiyê, li cîhên ku şopên yekemîn a artêşbûna jin lê heyî de jiyan kirin, hebûna me ya li wê derê de hîn watedar dikir. Kêliyên herî dijwar ê jiyanê û têkoşîna azadiyê de bi rêhevalên herî bi nirx re jiyan kirin hêzekî pir mezin ava dikir. Di kêliyên wiha de hebûna jin dibe çavkaniya serkeftinê jî.

Sala 2018 an mehê Tîrmehê dijmin operasyonekî berfireh li qadê Herekolê da destpê kirin. Hêzên dagirker heman demê de şerê taybet di asta herî jor de meşandin. Wiha didan nîşandan ku; hêzên gerîla xilas bûye bi taybetî jî ji bo lewaz kirina hêzên me berê xwe didan rêxistinbûna jin. Faşîzma dewleta Tirkiyê jî dizane ku; têkoşîna azadiyê di pêşengtiya jin de mezin dibe û serkeftina gelan jî bi azadiya jin ve girêdayî ye ji ber vê hewl dide ku him di warê leşkerî de him jî di warê şerê taybet de encam bigre. Jin xwedan îradeyekî mezin e lewra çavkaniya vê jî Serok Apo ye. Jin li hember êrîşên herî mezin bi kedkarî û têkoşînê re dikare serkeftinên mayînde ava bike.

Piştî operasyonê gelek çalakî hatin li dar xistin. Ruxmê derfetên heyî kêm bûn lê belê bi pêşengtiya hevalên jin û bi giştî fedakiriyên hevalan re hewldan ku bersiveke xweş bidin operasyonê. Dijmin bi dijwarî êrîşên xwe didomand lê li hemberî xwe hêzekî mezin a YJA Starê jî didît bê guman ev yek di dilê dijmin de xofekî mezin ava dikir. Di dema operasyonê de gelek hevalên bi nirx gihîştin şahadetê. Bi qehremantî şer kirin û gelek ji wan hevalan gerîlatiyên xwe yên yekemîn li Botanê destpê kiribûn.

Botan; qadê Egîd û Gulbahara ye

Botan; cardin dîroka xwe ya berxwedaniyê dewam dikir û ruhê têkoşînê bi jin û xortên milîtan ve digihîşt zinarên herî bilin a Herekolê. Di demên herî dijwar ê şerê azadiyê de bi girêdanbûna Serokatî û şehîdan ve hewldan ku bibin bersiva jiyana Apocî.

Yek ji wan cengaweran heval Aras bû ku ew, di nava welat parêziya Sêrtê de mezin bibû. Hîn di zarokatiyê de bi gohdarî kirina destanên Egîdî ve tovên têkoşînê di dilê wê de şîn bibû lewra di sala 2014 an de ji Botanê beşdarî nava refên azadiyê dibe. Heta 2018 an di nava pratîkên herî zehmet de cîhê xwe digirt û di nava hevalan de bi dilnizmbûna xwe nirxekî mezin ava kiribû. Di kêliyên dijwar de yekser heval Aras dihat bîra hevalan lewra bi eşq û fedakariyekî mezin tevlî jiyanê dibû. Hevaltiya dirûst û rast bi hevalên jin re dimeşand. Hevaltiya xwe a bi jin re, heqîqeta bi nirx a jiyana Apoyî nîşanê her kesê dida û bi vê sekna xwe ve dibû mînak. Her tim bi rukenî beşdarî jiyanê dibû û hewl dida ku hevaltiya jin bi awayekî rast bimeşînê.

Jinekê koçer Hebun a Herekolê

Heval Hebûn keçekê koçer bû. Hemû taybetmendiyên koçere di cewhera wê de bi awayekî zelal dihat dîtin. Ruhê koçera ya ku her dem zindî, di heval Hebûn de jî dida der û kêliyek jî di cîhê xwe de nedisekinî. Gav bi gav her derê Herekolê dinasî ji ber ku ew wek xezalekî çiyayên Botanê bû. Me her tim digot; ‘Eger rojekî di nava daristanên Amazonê de biminî teqez tu winda nabî û dikarî rêyekî derketinê bibînî’ ji ber ku li ser araziyê pir bi baldarî serwerî çê dikir. Fedakarî, hezkirina jin, lêgerîna azadiyê di çavên wê de ronahiyeke şewqdar ava kiribû. Her dem di meşa azadiyê de bi xwestek bû da ku di şopa têkoşîna azadiya jin de bigihîje serkeftinê. Gelek demên bi nirx me bi hev re parve kir. Piştî şervanê nû dema ku derbasî Herekolê bûm wê demê heval Hebun li wir di nava pratîkê de cîhê xwe de nedisekinî, hemû karên heyî de cîhê xwe digirt. Herekol; bi zinar ango latên xwe ve tê nasîn ji ber vê taybetmendiyê xwe ya erdnîgariyê divê mirov pir bi baldarî nêzîkê vê qadê bibe. Rojekî em komekî heval çûn ser karekî û di vegerandinê de ez ji hevalan qut bûm û di nava zinarên asê a Herekolê de winda bûm. Lê ez bi hêvî bûm ji ber ku min dizanî heval Hebûn bê û min rizgar bike. Heta roj çû ava ne deng ne jî rengê hevalan xwuya nedikir lê ez hêja bi hêviya heval Hebûn bûm lewra min dizanî wê min bibînê. Ji milekî ve heval dihatin bîra min û hindekî xemgîn dibûm lê cardin dema ku heval Hebûn dihat bîra min hêvî tijî dibû derdorê min. Demjimêr 10:00’ê şevê nîşan dida. Dengekî ji kûr ve dihat, raste ev bang… Ev deng… Dengê heval Hebûn e. Bi hêvî û keyfxweşiyeke mezin min jî bersiv da. Dema ku em gihîştin gel hev du bi hez kirinekî mezin ji dil de me hev du hemêz kir. Di nava wan kêliyên bi coş de li min nêrî û got; ‘Qey min fêrî te nekiribû da ku tu araziyê de çawa tevbigerî û bigihîjî cîhê xwe, tu çima winda dibî. Tu heta niha xwe şervaneke nû dibînî ji ber wê kûraniya araziyê hêja nas nakî’ Piştî axaftinê wê xilas bû, min kenekî ji dil da rûyê wê û got; ‘Min dizanî tu yê werî û min xilas bikî, tu her di bîra min de bû’

Bêguman jiyanên wiha bi nirx nîşan didin ku di rojên herî zehmet de enerjiyeke pir xurt a jiyanê her tim di dilê gerîlayan de zindî ye, bi coş e lewra îrade û helwestên xurt ya berxwedêr ji bona hemû gelan hêviyeke nû ye. 

Evrîm Munzur

 

Kategori: Biranînên Gerîla