Tirkî  |  Erebî

22.jpg

Di nava zivistavekî sar de dîsa li çiyayên Zagrosan dibim rêwiyekî ber bi kûlîlka xwe ya şîn ve û evîndariya bi salan dilê min keyfxweş dike.  Li Zagrosan zivistan pir dijware; ji bona min jî li cihekî wiha gerîlatî kirin pir bi wate bû. Baran dibarî em komekî heval ji bona amadekariya çalakiyê ber bi gûndê Kiyê ve dimeşiyan.  

Êdî bihar dibû mêvanê Zagrosan ango çiyayên Avaşînê bi hemû rengên kûlîlkan xemilîbûn û Avaşîn bi bedewbûna xwe bi te re daxivî.

Çoşa Çalakiyê 

Sala 2016 an salekî pir dijwar bû û çalakiyên canbexşane dilê dijmin tijî xof û tirs kiribû.  Cizîr dîsan bibû kelheya berxwedaniyê.   Fermandarên weke RÛKEN  Û MEHMEDAN bi agirê bedena xwe Cizîr ronî kiribûn.  Li Avaşînê jî rêhevalên RÛKEN û MEHMEDAN bibûn rêwiyên ber bi ronahiya dilê van qehremanan ve.  Dijmin ji xwe re wisa difikirî kû ew hovîtiya li Cizîrê kirî wê wiha bê bersiv bimîne, lê wekî her carê  sala 2016 an bi çalakiyan dihat pêşwazî kirin.

Li Avaşînê hîn hemû der berf bû  ji hemû yekîneyan heval hatin komkirin û bi rengekî  bi rêk û pêk hevalan li gûndê Kiyê dest bi amadekariya çalakiyê kirin.  Çalakiyekî berfireh bû, ji ber wê jî ji Zapê komek û ji Çarçella jî komek heval hatibûn.  Her di rojbaşê de komek heval diçûn heta sêgoşeya Avaşîn û Basya pêwîstiyên çalakiyê wekî cebilxane û erzaq danîn.  Her komekî hevalan diçû pêwîstiyan, hevalên kû li  noktê diman karên cûda dikirin, dema haval ji dûr ve jî dixwûyan hevalên li noktê diçûn pêşiya hevalan û barê wan digirtin ev wekî çandekê bibû.  Piştî demekî ji biryargeha parastina medya yê hevala Kawenda û hevalê  Elî Kiçî jî hatin; êdî piştî kû pêwîstiyên çalakiyê temem bûn her rojekê komek heval diçûn ji girê Şehîd Dîren keşfa dijmin dikirin.

Çalakî li ser girê Şehîd Rehîme û Şehîd Zerdeşt bû

Xwezaya Avaşînê dema mirov lê di meyzîne her girekî bi serê xwe ye û bi bilindahiya xwe jî bala mirov dikişine hevalên kû ji Zapê hatibûn her, behsa vê bilindahiyê dikirin û matmayî mabûn, her çiqasî Zap jî parçayekî Zagrosan jî be, lê li gorî Zapê girên Avaşînê hîn bilindtir bûn û ev jî dibû mijarê nîqaşên hevalan.  Dema kom bi kom heval çûn keşfê êdî hîn bêhtir kelecana çalakiyê bilind dibû.

Li Avaşînê tişta kû heri bala mirov dikişine eve, dema hevalek ji dûr ve jî bixwiyê riya saetekê jî be heval bi bez diçin pêşiya hevalan, dema havala Kawenda dît kû heval tê pêşiya me got; “heval neyê pêwîst nake” lê heval dîsan hat û bi zorê çek girt û pêşengtî ji me re kir.  Dema em gihan gel hevalan hevalên li pêşiya me jî nû gihabûn û çay vedixwarin.  Piştî westandinekî silava wan hevalan û germahiya wan mirov qet westandin his ne dikir, ev ji rastiya heqîqeta hevaltiya giyanê PKK’ê ye.    

Gûndê Kiyê wekî her gûndekî Kûrdistanê di salên berê de ji milê dijmin ve hatiye vala kirin û şewitandin.  Kiyê li kêleka çemê Avaşînê ye li pişt wê jî girê şehîd Rizgar û şehîd Dîren li milekî girê şehîd Ekîn li pêşiya wê girê Kartalê heye, Kartal; ji çiyayê Cîlo ve wekî baskên kartal xwiya dike ji bona wê jî berê de navê wî girî bûye Kartal lê pêwîste mirov nebêje kartal û derbas be lewra girê Kartalê li Avaşînê her  hevalek nû tê destpêkê navê girê Kartalê dibihîse ji ber kû pir bilind e.  Kartal girekî bi bilindahiya xwe û xweşikbûna xwe Avaşînê hîn xweşiktir dike ji ber kû li milekî Avaşîn û li milekî jî ava Basya diherike.  Li milekî Avaşîn û li milekî ava Basya dema digihin hev heyanî cihekî bi rengê xwe yê şîn û kesk diherikin û piştî demekî ji nûve tevlihev dibin. Girê kartalê di nava dû avên wiha xweş de ye.

Ji bona serkeftinê amadekarî temam bû

Êdî her diçû kelecana çalakiyê hin zêdetir dibû, hemû ziraviyên çalakiyê hatibûn fikirandin, ji ber kû çalakî bi amadekariya xwe diçe serkeftinê. Ev jî dida xwûyakirin kû wê çalakî çiqasî serkeftî be. Piştî hemû amadekariyan, ji milê rêveberiyê ve civîna dawî hat kirin ji ber di civînê de vesaziya çalakiyê jî hebû hemû heval pir bi kelecan bûn. Meha Sibatê bû û cangoriyên weke rêheval Zinar û Doğayan kesayeta wan rêhevalan dihat vegotin û hêza kû ji wan qehremanan hatî girtin, bi vî giyanî çûna ser dijmin û bûyîna bersiv.

Êdî rêwîtiya ber bi warê qehremanan ve destpêdike, roja yekem koma parastinê birêket û êdî hevalan serê sibê xwe amade kirin û hemû hevalên din jî ji bûna xatir xwestinê kom bûn, koma yekem xatir xwestin û birêketin, roja dûyem koma êrîşê ya heval Baran bû, em jî bi wê komê re bûn serê sibê hemû hevalan dîsan kom bûn û me xatir xwest, her hevalekî kû xatir dixwest bi gotinên serkeftinê re ji hev xwatir dixwestin. Piştî kû me xatir xwest heyanî koma me dixwiya hevalên din jî dirûşmeyên serkeftinê digotin dengê wan dihat, ev jî ew heskirina hevaltî hêvî û baweriya wan dida diyar kirin.

Em li ber pala Avaşînê dimeşiyan, çemê Avaşînê ji berfa Cîlo û Çarçella pir gûr bibû û ji dengê wî te tiştek nedibihîst, koma me jî bi vê herîkîna Avaşînê re rêwîtiya xwe dewam dikir. Fermandarê koma me hevalê Baran bû ji ber hevalan hem cepxane hem jî erzaq rakiribûn wî jî her demek diçû rewşa hemû hevalan di pirsî ev jî dibû çavkaniya moralê.

Ji cihekî û şûnve êdî riya me ji çemê Avaşînê qût dibû me xatirê xwe ji rêwiya ku ewqas bi lez diçe û qet na sekine jî xwest û êdî em ketin dola Şaxê nêriya; di xwezaya Kurdistanê de gelek cîh navê ajalan lê tê kirin navê vê dolê jî ji vê tê, ji gundê Dê, Satê û Kendalên Çarçella ve hemû avên ku tê di vê dolê de diherike ji ber wê me bi qasî deh caran jî av derbas kir, piranî heval lingên wan şil bûn, piştî demekî êdî me xwe ji dolê da ber bi gir ve û pêwîst dikir ku hilkişin lê her ku diçû hewa dibû mij û me erazî nedidît, hilkişandin pir zorbû û bi taybet di eraziyên ku rê jî nede hîn zortir dibe, koma mejî hêdî hêdî diwestiya, baran hûr hûr dibarî, heyanî cihekî çemê Avaşînê û ji cihekî şûnde jî baranê bi me re rêwîtî dikir, her em dimeşiyan  hemû hevalan alîkariya hevdû dikirin û çekên hev radikirin vîna jî nîşaneya hevaltiya rojên zor bû; dibêjin ya hevaltî di rojên zor de çêdibe.

Piştî kû hevalan bêhna xwe vedan êdî pêwîst dikir kû em hinekî zû bikin ku beriya tarî bibe em bigihîn hevalan me disan dest bi meşa xwe kir. Piştî demekî û şûn de dengê bivirê havalan hat ji ber ku dar jê dikirin me jî qir kir, êdî em nêzî hevalan bibûn. Piştî em hinekî din çûn hevalên noktê bersiva me dan û hinek hevalan xwe berdan pêşiya me ji bona bar û çekên hevalan bigirin. 

Rêhevaltiya gerîla germahiya jiyanê a bi nirx e

Hevalên li noktê jî amadekariya agir dikirin, ji xwe me ji mêjve bêhna agir girtibû.  Heval dixwiyan û tev li benda me bûn ji ber ku em pir dereng mabûn û ev di hevalan da gûman dabû avakirin. Gelo tiştek ji hevalekî hatiye. Lê dema em gihan û me behsa xwe kir rewş dihat fêmkirin. Me silav da hemû hevalan her hevalekî tiştekî girt da ku zû bigihîn. Li pêşiya me hevala Amara û Sarya çûbûn wana jî hatin alîkariya min û hevala Avaşîn kirin. Me li ber agirê ku bi gûniyan û çend qetên darên şil hatibû geş kirin xwe gerim dikir lê germahiya hevalan çend qat ji wî agirî gerimtir bû.  Her hevalekî ji milekî ve karekî dikir, wek  xwarin çay xwe ziwa kirin û her hwd. Ji milekî ve jî hevalekî dîmenên hevalan digirt. Ev jî dibû kêliyekî ku ji dîrokê re  şahidiya rêhevaltiya jiyana gerîla bike!

Komên ku ji nêz de di nav çalakiyê de ew hevalan bûn. Hewa jî vekirî bû û ji bo keşfê pir xweş bû kom bi kom bi hev re diçûn cihê nobedariyê û keşfa dawî dikirin. Her çiqasî pir hevalan jî berê de dinasîn jî ji bona hevalên ku arazî nas nakin pir başbû. Hem bi şev hem jî bi roj 24 saetan me ji xwe re li leşkeran dimeyzand û her tevgerekî dijmin dihat nasîn. 

Serê sibê saet çaran, hevalê nobedar hat got: “berf tê” hemû heval rabûn ser xwe û xwe amade kirin.  Hemû hevalan cilên xwe yên berfê li xwe kirin û li ser piyan qetek nan û berdaqekî çay ji bona ku wana gerim bigire vexwarin. Êdî kom bi kom pêwîst dikir ku bi rê bikevin. Girê şehîd Rehîme û şehîd Afat li beramberî hev bûn ji bona ku heval biçin girê şehîd Rehîme pêwist dikir ku mij hebe, ji ber wê diviyabû heval xwe zû berdin jêrê. Destpêkê koma parastinê xwe amade kir û xwatir ji me tevan xwest û xwe berdan newala binya girê, berf pir hebû hevalan li hinek cihan dixişikan, li hinek cihan jî dimeşiyan. Komên din jî li bendê bûn ku ew kom hinekî biçe û komeke din bi rê bikeve, koma hevalê Baran, Medenî û  komên din em tev li cîhekî sekinî bûn û hevalan dîsan wêne dikişandin. Koma parastinê êdî gihabû dolê koma heval Medenî jî xwatir xwest û xwe berdan. Ew jî carnan dimeşiyan carnan jî xwe li berfê dikirin, dema ku ew kom jî nêzî dolê bû koma hevalê Baran bi rê ket. Hevalê Kurtay jî hemû tevgerên hevalan dikişand piştî ku hevalên parastin û êrîşê çûn komên çekên giran û koordînê mabûn. Heval piranî çûn ji ber vê em çend heval man me ji xwe re li hevalan dimeyzand.

Ruhê fedayî serkeftina çalakiyê dafirîne

Koma heval Medenî jî êdî hildikişiya gir, êdî koma heval Baran mabû, dema hu mirov ji newalê hildikişê cîhekî gir dikeve li beramberî dijmin. Dema koma hevalê Baran giha wir, hewa vekir hemû heval di heman wextî de rûniştin ber kevirekî û sekinîn ji wir û şûn de rêzik pir bi ziravî diviya bû ku bên pêkanîn. Heval jî wiha tevgeriyan. Me bi dûrbînê li hevalan dimeyzand, li binya girê şehîd Bager bintehtek hebû koma parastin û ya hevalê Medenî gihan wir. Her kes koma hevalê Baran mereq dikirin lewra xeteriya herî mezin ew bû ku ji dijmin ve xwiya dikirin û êdî dibû êvar. Hevalan bi xwe re tiştekî ku xwe ji sermayê biparêzin jî nebiribûn û di berfê de jî meşiya bûn hemû şil bibûn wê vîna heval êşandibana di pir mijaran da xeterî bû.   Me, heta tarîtî ket li tevgera dijmin û koma hevalan dimeyzand  gelo cûdahiyekî heye di tevgera dijmin de an na. Heta tam tarî bû em man lê piştî wextekî me ji tarîtiyê tiştek nedidît piştî vê em çûn mangê û me li hewayê dimeyzand. Di wextên wiha da tişta  herî zor ewe ku tu neçar biminî, me dixwest ku em dû heval ji hevalan re betanî bibin lê xeterî ya eşkerebûnê jî hebû. Tişta ku dibû hêviya herî mezin û dilê mirov ronî dikir vîn, bawerî û coşa hevalan bû. Hemû heval mehekî bû ku amadekariya vê çalakiyê dikirin û kedekî pir mezin hatibû dayîn û ji xwe hemû zorî û zehmetî dizanîn ku wê hebin û bi wê zanebûnê her heval bi xwestek û giyanekî canbexşane tevlî vê çalakiyê bibûn. Serê sibê hêja tarîtî hebû em hinek heval disa çûn û me keşf kir, dema tarîtî xilas bû û şûn de me meyzand ku heval ne li heman cihî ne. Hevala jî di saetên mirî de xwe gihandi bûn gel komên din. Hevalê Medenî jî heman tişt fikirî bû ku biçe gel hevalan lê ji bona eşkerebûnê hevalên din nehêla bûn. Hevalê Medenî ji Amedê bû dema te lê dimêyzand giyanê cangorîtî û wêrek tî dihat bîra te. Fermandar û rêheval bû bi qasî kesayetekî giranbiha di kêliyên herî zor de bi henekên xwe hemû heval didan kenandin û çavkaniya keyfxweşiyê bû; her çiqasî heval wê şevê zehmetî kişandibin jî wê rûkeniya heval Medenî bibînin bese. Koma hevalan heyanî sibehê dest û lingên xwe mist dabûn û di nava wê sirê da jî bi henek û ken 24 saet çawa derbas bûne nizanî bûn ji xwe hevalê Baran tenê bi henakên xwe bes bû. Serê sibê dema digihîn gel hevalên din hemû heval destpêkê wana mist didin û pişt re agirê pê dixin û hevalan gerim dikin. Wê rojê heval li wir dimînin û ber bi êvarê ve koma hevalê Baran û koma parastinê digihin gel şikefê heta girê şehîd Bager li wira dimînin. Berê de hinek pêwistî hebûn wekî tûp û erzaq heval ji westandinekî wiha ji xwe re meqerne çê dikin. Hinek hevalan ji meqerna heznedikir lê bibû mijara pêkenokê (ne meqerne bû goştê berxika bû ) wiha behs dikirin.

Dijmin di nava bêdengiya mirinê de bû. Bi gotinên pêşiyan dibêjin; “bêdengiya mirênê” bi zimanê tirkî jî dibêjin; “fırtına önceki sessizlik.” Leşkerên dagirker jî di rewşekî wiha de bûn. Ji Muğla, İzmir, Rize ango van bajaran hatibûn di berfa Zagrosan de leşkertî dikirin. Du roja carekê dihatin gûhertin nedikarîn xwe bigirin li ber sira Çarçella, heta wê demê sira berfê hebû, gelo germahiya dilê rêhevalên ku di jêrzemînên Cizîrê de şewitîn çawaye!

Şehîdên me fermana tolgirtinê didin

Saet dihat derdorê dehan ji saet şeşan ve heval bi rêketibûn di navbera girê şehîd Bager û şehîd Rehîme de eger asayî bimeşî di pênç deqeyan de dikarî bigihî lê bi baldariyekî wiha heval diçûn dijmin ferq neke, koma dûyem jî giha gel koma yekem. Her komekî ji milekî de nêzî mewziyan bûn û bi carekê de bi narincûkan ketin nava mewziyê leşkeran, koma parastinê jî destpêkir dijmin di nava şoqekê de ma û qet nikarîn bersiv bide, şûna bêdengiyê her der bibû dengê çekan, di kêliyên yekem de heval ketin girê şehîd Rehîme bêyî ku dijmin bersiv bide. Hemû hêzen Avaşînê dema ev dengê çekan bihîstin ji destikê çalakî dişopandin, girên ku nêzî çalakiyê bi fermana kordînê bi çekên giran li girê şehîd Zerdeşt didan. Girên ku dijmin tê de bûn tev matmayî mabûn, qereqola Oremarê ji xwe te digot qey leşkerek jî têda nîne ew qasî bêdeng bû. koma heval Medenî ji xwe kêliya yekem girê şehîd Rehîme girtibû, koma hevalê Baran jî ber bi girê şehîd Zerdeşt ve diçû, koma parastinê jî li girê şehîd Zerdeşt dida. Dengê bkc yê heval Koçer pir xweş dihat. Komên çekên giran jî li milê din ê gir didan. 

Çeperên leşkeran  bi naylon sergirtî bûn, çadir û mewzî tev di nava agir da mabûn dişewitîn. Leşkerên ku ji milê hevalan ve dixwiyan direvin milê piştê, ji wî milî ve jî hevalên girê şehîd Gafûr bi çekên giran lê didan.  Girê şehîd Gafûr fermandar heval Siyabend bû. Hevalekî çalakvan bû, di kêliyên wiha de her li pêş bû çi çeka ku dîtiba xwe bi xwe fêr dikir. Ji xwe di dema amadekariya çalakiyê de her hevalan behsa heval Siyabent dikir ku pê agahdar bibe gelo wê çi bertek bide, lê ji xwe girê ku lê bû jî girîng bû û wî bi xwe çeka giran bi kar danî. 

Hevalên li gir milekî girê şehîd Zerdeşt mewzî tev paqij kiribûn, demekî dengê heval Medenî nedihat me got, ka çibûye lê demekî pir kin disan bersiva hevalan da û êdî rewş dihat zanîn. Hevalan ala girê şehîd Rehîme rakiribûn.  Ew ala ku ewqasî nijad perestiyê pêşdixin li ber ba tev riziyabû û ber nediket ku heval lixwe bikin giranî jî.

Çalakî biqasî deh deqan ajot hevalek sivik birindar bibû hevalan wîna daxistibûn cihê guncav.  Di vê çalakiyê de 26 leşkerên artêşa tirk mirin. 

Dema wexta çalakiyê dirêj bû êdî biryara vekişînê hat girtin. Serkeftina çalakiyê yek jî wext û paşve kişandine. Bi rengekî rêk û  pêk hevalan dest bi paşve kişandinê kir. Riya ku heval di sê rojan de meşiyan di pênç deqan de xwe li berfê xişikandin û daketin jêrê. Ew saetek bû ku heval vekişiyayî lê qereqûla Oremarê ji nû ve çend hewan avêtin. Paşve kişandin berê de hatibû ser ziman ku çawan be li gorî wî hemû heval wiha tevgeriyan. Ber bi êvarê ve bû dû kobra hatin derdorê gir çend tarama kirin û çûn.

Roja din 7’ê Adarê bû saet derdorê pêncan dijmin bi skorskiyan leşker danin û kûştî û birindar rakirin. Bi navber hewanan carnan jî bi balafiran arazî bombebaran dikirin. Derdorê nîvro bû wexta tekmîla Roj hatibû, hevalan encama çalakiyê dan, xwiya bû hemû heval gihane cihên bi ewle.

Serkeftina çalakiyê û pîrozbahiya hevalan

Koma me heft û heştê mehê li girê şehîd Afat man. Min û hevala Avaşîn bi tenê roja 8’ê Adarê pîroz kir. Hevalan kê dengê me li ser destikê dibihîst cejna me pîroz dikirin. Em herdû hevalên jin tenê bûn lê hemû hevalan roja me pîroz dikirin. Ji ber ku çalakî nû çêbibû, roja me tev bi şopandina tevgera dijmin derbas bû.  Roja din hîn sibe bû komek heval hatin gir. Bi qasî ku me rewşa  hevalan mereq dikir wana jî rewşa me mereq dikirin bi taybet me 8’ê Adarê çawan pîroz kir. Min jî bi rengekî henek wiha got: “Ez û hevala Avaşin li pêşî, hevalên din jî li pey me û al di destê me de me heta newalê meş kir.” Her çiqasî henek jî bû hevalekî bawer kir wiha got; “we xweş pîroz kiriye.”

Me pir caran li Botanê 8’ê Adarê bi operesyonan derbas dikir ji ber ku destpêka biharê piranî dijmin dest bi operasyonan dikir. Her çiqasî dijmin operesyon dikirin jî ji bona me dibû çalakî, vê carê jî ji bona min wiha derbas bû. Koma me 9’ê mehê vegeriyan û em hatin gûndê Kiyê, heta em hatin hemû heval çûbûn cihên xwe û tenê hevala Amara û hevala Dîlan li benda me mabûn.

Rêwîtiya me di 8’ê Sibatê de destpêkiri bû û di 8’ê Adarê de bi dawî bû.

Di wextekî wiha de ev çalakî ji bona dijmin bibû bersivekî pir baş. Hemû hevalên li qadê jî pir moral ji çalakiyê girtibûn. Di çalakiyê de hevalên jin pir rol lîstibûn û hemû hevalan behsa fedekartî û wêrektiya hevalan dikir. Destpêka biharê bû, destpêk çawa be dawî jî wiha ye. Bi çalakiya heval Zinar û Doğayan hatibû destpêkirin û bi vî rengî jî dewam dikir.

Di vê çalakiyê de ti şehadet çênebûn, hevalên ku di vê çalakiyê de cîh girtin û pişt re şehîd bûn, ji bona bîranîna wan hevalan. “Hevalê Medenî, Koçer, Nûrhak û Rûstem.”

Sûreç Zagros

Kategori: Biranînên Gerîla